Banga ji bo xwedîderketina li rojnameya Evrenselê

Platforma Ked û Demokrasiyê ku bertek nîşanê betalkirina mafê weşandina îlanên fermî û reklaman a rojnameya Evrenselê da, banga piştevaniyê ya bi rojnameyê re kir û bang li BÎK’ê kir ku dest ji biryara xwe berde.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê, têkildarê betalkirina mafê weşandina îlan û reklaman a rojnameya Evrenselê ya ji aliyê Saziya Çapemenî û Ragihandinê (BÎK) ve, li Qada Seyîd Riza daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dêrsimê Alîcan Onlû û gelek kes tevlê daxuyaniyê bûn.

‘EM BÊDENG NABIN’

Nûnerê Rojnameya Evrenselê Orhan Kûrûl, bal kişande ser piştevaniya bi wan re û wiha got: “Evrensel, ji roja ku ava bûye bi saya piştevaniyê heye. Ji roja ku rojname derketiye rojnameyên me hatine berhevkirin, hevalên me hatine girtin, Metîn Goktepe hat qetilkirin. Lê em bêdeng nabin. BÎK nikare me bêdeng bike.”

Sûna Çelîk a li ser navê platformê daxuyanî xwend, bi bîr xist ku ji ber biryara rawestandina îlanên fermî û reklaman a Îlona 2019’an sê sal in ku bi awayekî nehiqûqî îlanan nadin Evrenselê û got ku bi biryara dawîn a hatiye dayîn, maf bi temamî hatiye betalkirin.

Çelîk di dewama axaftina xwe de ev bang kir: “Em bang li Saziya Çapemenî û Ragihandinê dikin ku dest ji biryara xwe ya dibe sedema binpêkirina mafê rojnameyê berde û bang li hemû civakê dikin ku ji berê bêhtir xwedî li Evrenselê derbikevin, bibin aboneyê wê û bersiveke xurt li dijî hewildana BÎK’ê ya fetisandina rojnameyê bidin.”