Polîsan, êrîşê xizmên girtiyan ên ji bo balê bikişînin ser êşkênce û mirinên di girtîgehan de xwestin bi parlamenterên HDP’ê re li Qada Mecîdiyekoyê daxuyaniyê bidin, kir û dayikên xizmên girtiyan, Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol, Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz û gelek kes destgîr kirin.
Bi hatina qadê ya girseyê re polîsan, bêyî ku hişyariyê bikin, dayikên xizmên girtiyan destgîr kirin. Endamên çapemeniyê ku xwestin kêşanê bikin jî bi zorê ji qadê hatin bidûrxistin û dor li parlamenterên HDP’ê hat girtin.
Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol, bertek nîşanê vê pêkanîna kêfî da û got: “Demokratbûn û nebûna welatekî bi helwesta di girtîgehên wê de diyar dibe. Di girtîgehan de êşkence hebe, girtîgeh veguherîbin cihê mirinê û girtîgeh bûbin navenda nehiqûqiyê mafê gotinê yê dayikan û hemû mafparêzan heye.“
Gava daxuyaniyê polîsan dor li Bîrolê girt û ew bi şidet destgîr kir.
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, bertek nîşanê nehiqûqiya diqewime da û destnîşan kir ku bi astengkirinê ser mirina di girtîgehan de nayê girtin û wiha got: “Heta pergala mirinê ya di girtîgehan de bi dawî bibe em ê li têkoşînê dewam bikin.“