ROJANE
Hemû Nûçe
-
Bayindir: Yên ku pirsgirêka Kurd çareser nekin mehkûmê têkçûnê ne
Hevserokê Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir di merasîma li Çewlikê de axivî û got, “Hem muxalefet û hem jî desthilatdariya ku pirsgirêka Kurd çareser nake û ne xwedî siyasete, li hemberî hevkarên gelê Kurd mehkûmî têkçûnê ye.” -
Hejmara girtiyên di greva birçîbûnê de bû 30
Hejmara girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê ya li dijî zext û êşkenceya di Girtîgeha tîpa T ya hejmar 1 a Rihayê de kiribûn, bû 30 girtî. -
Pêkhateyên KESK’ê bi malbata Şenyaşar re nobetê digirin
Platforma Şaxên KESK’ê yê Rihayê, bi tevlêbûyîna Nobeta Edaletê piştgiriya têkoşîna malbata Şenyaşar kir. -
Parêzeran daxwaza hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd re kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah, ji bo dîtina miwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
‘Bila hiqûq bê çêkirin û girtiyên nexweş bên berdan’
Malbatên ji bo girtiyên nexweş û înfaza wan şewitandî li Amedê li çalakiya xwe ya nobetê dewam dikin, di roja 280’emîn a çalakiyê de li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê hatin bal hev. -
Li Enqereyê qirkirina siyasî: 6 kes hatin destgîrkirin
Di operasyona qirkirina siyasî ya li Enqereyê de 6 kesên ku li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtalê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrînên xwe parve kiribûn, hatin destgîrkirin. -
ROJEVA 23'Ê TEBAXA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê. -
KNK: Rêya herî serketî diyalog û li hev hatine
Hevserokatiya KNK’ê bi wesîleya hevgirtina yekcarî ya refên Hizba Demokrat peyameke pîrozbahiyê weşand û ragihand ku çiqasê pirsgirêkên navxweyî bên çareserkirin, ew qasê hêvî û derfetên serketinê zêde dibin. -
Îtîrafa dewletê ya derbarê Dêrikê: Qedexeya weşanê hat ragihandin!
Li ser nûçeyên di derbarê qezaya trafîkê ya li Dêrikê ya ku Cengîz Holdîng jê re dibe sedem û di encamê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dabûn de, qedexeya weşanê hat ragihandin. -
‘Berpirsiyarê her mirinên li girtîgehan, desthilata AKP-MHP’ê ye’
Rêveberê Girtîgeha Tipa L ya Patnosê daxwaza hevdîtinê ya heyeta STK û HDP’ê qebûl nekir. Heyetê diyar kir ku berpirsiyarê her mirinên ku li girtîgehan rû didin, desthilata AKP-MHP’ê ye. -
4 endamên ESP'ê hatin girtin
4 endamên ESP'ê yên doh êvarê derketin pêşberî dadgehê, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin. -
'Pêwîstî bi modeleke nû ya aboriyê heye'
Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk got, pêwîstî bi modeleke nû ya aboriyê heye ku di berjewendiya demokrasî, kedkar û ekolojiyê de be. -
Yildirim: Dixwazin birayê min qetil bikin
Erkan Yildirim anî ziman ku birayê wî Gokhan Yildirim di asta krîtîk a rojiya mirinê de ye û got, "Bi hevkarî dixwazin birayê min qetil bikin." -
ROJEVA 22'Ê TEBAXA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê. -
Heyeta HDP'ê: Kujer Cengîz Holdîng bi salan e dibe sedemê mirinan
Heyeta HDP'ê ya ku piştî qezaya TIR’ê ya li navçeya Dêrikê lêkolîn pêk anî, got, “Tesîsa Etî Bakir a Cengîz Holdîng bi salane li Mêrdînê dibe sedemê mirinan. Bi qetilkirina xwezayê dibe sedemê mirinan, bi kamyonên barhilgir ên dişîne dibe sedemê mirinan." -
'Pêşî li mirina li girtîgehan dikare bê girtin'
Ji ÎHD'ê Nûray Çevîrmen diyar kir ku pêşî li mirina li girtîgehan dikare bê girtin û destnîşan kir ku eger ev neyê kirin hingî dibe sûcê li dijî mirovahiyê. -
ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Xizmên girtiyan li dijî zilma di girtîgehan de hatin ba hev
Xizmên girtiya, li dijî qetilamên di girtîgehan de û rewşa girtiyên nexweş li Qada Kartal hatin ba hev. -
‘Girtiyên nexweş têne qetilkirin‘
Li Îzmîr, Stenbol û Enqereyê çalakiyên heftane hatin lidarxistin û hate gotin ku girtiyên nexweş têne qetilkirin û xwestin hemû girtiyên nexweş bên berdan. -
HDP: Desthilata AKP-MHP û ATK’ê Bazo Yilmaz qetil kir
HDP’ê ji bo Bazo Yilmaz ê li girtîgehê hat qetilkirin daxuyaniyek da û destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP’ê û ATK’ê girtiyan qetil dike. -
Dayikên Şemiyê ji bo Kavak ê hatibû qetilkirin daxuyanî dan
Dayikên Şemiyê ji bo Cemal Kavak ê 26 sal beriya niha bi êşkenceyê hatibû qetilkirin daxuyanî dan. -
Di qezaya trafîkê ya li Dîlokê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di encama qezaya trafîkê ya li ser rêya Dîlok-Nîzîpê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê. -
Serdana şîna ji bo Bazo Yilmaz hatî danîn, hate kirin
Bi awayek girseyî serdana şîna ji bo Baro Yilmaz ê ku li girtîgeha li Rihayê hat qetilkirin hatî danîn, hate kirin. -
Konfederasyona Astengdaran serdana HDP’ê kir
Konfederasyona Astengdaran, çû serdana HDP’ê û got: “Em, nêzîkatiyên HDP’ê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan, bi heyranî û mereq dişopînin.”