Yildirim: Dixwazin birayê min qetil bikin
Erkan Yildirim anî ziman ku birayê wî Gokhan Yildirim di asta krîtîk a rojiya mirinê de ye û got, "Bi hevkarî dixwazin birayê min qetil bikin."
Erkan Yildirim anî ziman ku birayê wî Gokhan Yildirim di asta krîtîk a rojiya mirinê de ye û got, "Bi hevkarî dixwazin birayê min qetil bikin."
Gokhan Yildirim bi daxwaza darizandina adîl di rojiya mirinê de ye. Yildirim ê ku gihîştiye asta krîtîk a rojiya mirinê, 11 roj in hewl didin bişînin Girtîgeha bi Tîpa Rehabîlîtasyonê (R).
Erkan Yildirim ku rojên dawî tenê 5 deqeyan karîbû birayê xwe bibîne, anî ziman ku dem kêm bûye. Kek Yildirim ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku birayê wî li nexweşxaneyê di nava şertên tecrîdê yên ji girtîgehê xerabtir de tê girtin.
Yildirim ragihand ku kekê wî ji hal ketiye, ji ber birînên lingê xwe nikare bimeşe û tenê li ser kursiyê dikare tevbigere. Yildirim anî ziman ku li odeya beşa lezgîn a ku birayê wî lê tê girtin tiwaleta wê jî nîne, ji bo tiwaletê wî dibin korîdora nexweşên Covîd-19 lê ne. Yildirim diyar kir ku di nava van şert û mercan de rewşa tenduristiyê ya birayê wî bêhtir nebaş dibe û wiha dewam kir, "Sîstema parastinê ya bedena wî gelekî lawaz bûye. Dema ku anîn nexweşxaneyê ji ber ku 3 rojên destpêkê xwê, şekir û lîmon nedan wî, 4 kîlo bi carekê kêm kir. Piştî hewldan û daxwaznameyên me ev yek tedarik kirin. Ji ber ku li odeya lê tê girtin tiwalet û cihê xweşuştinê tune ne, bi rojan nekarî xwe bişo. Hem şewb kirin hincet û nehiştin ez biçim gel wî li wî binihêrim, hem jî wê li beşa nexweşên ji şewbê dihêlin. Roja Înê min tenê 5 deqeyan karîbû wî bibînim. Moralê xwe baş bû, lê ji hal ketibû. Di nava şert û mercên tecrîdê de tê hiştin."
Yildirim bi bîr xist ku di rapora destpêkê ya têkildarî birayê wî de dihate gotin ku nikare li nexweşxaneyê bimîne, lê belê Nexweşxaneya Bajêr a Tekîrdagê piştî 8 rojan biryara xwe guhert û destnîşan ku ev biryar siyasî ye. Yildirim her wiha bal kişand ser rapora Saziya Tipa Edlî ku ji bo birayê wî got 'Di nava şert û mercên nexweşxaneyê de dikare bê girtin û tedawîkirin' û got, "Desteyeke nexweşxaneyê çawa dikare di nava hefteyekê de biryarê biguherîne? Ev pêkan nîne, destwerdaneke siyasî lê hatiye kirin."
Yildirim anî ziman ku eger birayê wî bişînin Nexweşxaneya Tîpa F a girtiyên nexweş lê têne girtin û ji mirinê re têne hiştin, wê bibe hewldanek ji bo kuştinê û got, "Bi hev re dixwazin Gokhan qetil bikin. Ji bo vê jî çi ji destê wan tê, dikin. Dixwazin Gokhan li wir bikujin. Naxwe ji bo dermankirina wî tiştekî nakin. Eger bixwazin tenduristiya wî baş bibe, wê biryara rapora destpêkê ya ji bo taloqkirina cezayê wî, bi cih bianiyan."