‘Bila hiqûq bê çêkirin û girtiyên nexweş bên berdan’
Malbatên ji bo girtiyên nexweş û înfaza wan şewitandî li Amedê li çalakiya xwe ya nobetê dewam dikin, di roja 280’emîn a çalakiyê de li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê hatin bal hev.
Malbatên ji bo girtiyên nexweş û înfaza wan şewitandî li Amedê li çalakiya xwe ya nobetê dewam dikin, di roja 280’emîn a çalakiyê de li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê hatin bal hev.
Xizmên girtiyan, 580 roj in ku li Amedê Nobeta Edaletê digirin. Malbat, dixwazin ku girtiyên nexweş û înfazên wan şewitandî demildest bên berdan û dawî li binpêkirina mafan di girtîgehan de bê anîn.
Di roja 280’emîn nobetê de malbat, li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê hatin bal hev. Endam û rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Demokratîk a Herêman (DBP), Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Yekîtî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER) û Komeleya Alîkariyê bi Malbatên Girtiyan re (TÛAY-DER) piştgiriya çalakiya malbatan kirin.
Nazîme Boltan a dayika girtiyê nexweşê giran Civan Boltan ku di çalakiyê de axivî, got ku bi mehan e ew çalakiyan dikin lê hê jî kes dengê wan nabihîse.
Boltan, destnîşan kir ku ew ji bo edalet pêk bê di çalakiyê de ne û banga çêkirina hiqûqekê ji bo girtiyên nexweş û berdana wan kir.
Boltan wiha got: “Ji bo girtiyên me bi saxî ji girtîgehan derkevin em têdikoşin. Bila zarokên me derman bikin. Eger nakin bila berdin, em wan derman bikin. Eger kêmek wijdan bi serokkomar û wezîrê edaletê re hebûya wê fêm bikirana ku em zêde tiştekî ji wan naxwazin. Em bi tenê dixwazin ku girtiyên nexweş bên dermankirin û berdan.”