Xizmên girtiyan li dijî zilma di girtîgehan de hatin ba hev

Xizmên girtiya, li dijî qetilamên di girtîgehan de û rewşa girtiyên nexweş li Qada Kartal hatin ba hev.

Malbatên girtiyan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyan li Amed, Wan, Stenbol û Îzmîrê çalakiya "Nobeta Edaletê" dan destpêkirin. Çalakiya malbatan li Stenbolê di hefteya 22'yan de dewam kir. Malbatên girtiyan, îro li Qada Kartalê kom bûn.

Bi hinceta ku qeymeqamtiya Kagitxaneyê çalakiya li ber Edliya Stenbolê ya li Çaglayanê qedexe kiriye, malbat her tim bi êrîşa polîsan re rû bi rû man. Ligel bi dehan caran malbat bi lêdanê hatin destgîrkirin û bi astengiyan re rû bi rû man jî li çalakiya xwe dewam kirin. Malbatên girtiyan çalakiya xwe her hefteyê li navçeyeke Stenbolê li dar dixin. 

Dayika Yakûp Akman ê li Girtîgeha Sîlîvriyê girti ye Fînce Akman, xwişka Selîm Çîftçi yê li Girtîgeha Umraniyeyê girtî ye Cemîle Çîftçî tev li çalakiya îro bûn. Çalakiya îro ji bo 3 girtiyên ku di nava vê hefteyê de jiyana xwe ji dest dan hat lidarxistin.

Rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajêr û yên navçeyên Stenbolê, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, parlamenterên HDP'ê Mûsa Pîroglu, Serpîl Kemalbay, Alî Kenanoglu, Hevberdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Herêma Marmarayê Dîlber Demîr, endam û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATÛHAYDER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER) û gelek kes tev li çalakiya îro bûn.

Beriya daxuyaniyê Qada Kartalê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Di çalakiyê de pankarta li ser "Daxwazên dayikan daxwazên me ne" nivîsandî, hat vekirin. Li vir polîsan xwest daxuyaniyê asteng bike. Hêjayê bibîrxistinê ye ku Mûhammed Henîfî Zengîn ku Midûrê Şaxa Ewlehiyê yê Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ye û hefteya çûyî Cemîle Karakaş tacîz û êşkence kiribû jî li qadê bû.

Di çalakiyê de parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay axivî û got: "Gelo dayik wê li kû daxuyaniyê bidin? Wê li kû dengê xwe bidin bihîstin? Dilê dayikan dişewite. Li girtîgehan hezar û 600 girtiyên nexweş hene. Di nav hefteya dawîn de 3 cenaze ji girtîgehê derketin. Gelo dayik wê li kû dengê xwe bidin bihîstin? Em hewil didin ku pirsgirêk çareser bibin. Her hefte dayik bi êşkence û lêdanê tên destgîrkirin. Dawî li zext û helwesta xwe ya faşîzanê binîn."

Di çalakiyê de parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Alî Kenanoglu jî axivî û got: "Dayik dixwazin li Qada Kartalê mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin. Lê belê dora dayikan hat girtin. Divê bê zanîn ku wê dayik tevî zilm û êşkenceyê dîsa dengê xwe bikin.“ 

Piştî daxuyaniyê girseya ku bû du beş ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Girse bi çepik û tilîliyan bertek nîşanî polîsan da. Girseya ku demeke dirêj di bin dorpêçê de ma, bi çepik û tilîliyan parçe bi parçe belav bû.