Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Çewlikê bi şîara “Bi civakeke rêxistinkirî ber bi jiyana azad ve” rêveberên xwe yên li bajêr diyar kirin.
Di merasîma ku li salona konferansê ya rêxistina bajêr hat lidarxistin de Hevserokê Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û kesên di qezayên li Dîlok û Dêrik ê Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî.
Bayindir, anî ziman ku desthilatdarî dixwaze destkeftiyên gelê Kurd tine bike û got, “Em bi zîhniyeta dewletê ya ku dixwaze hêza rêxistinbûyî ya vî gelî tasfiye bike û pêşeroja xwe li ser ava bike re rû bi rû ne. Îro zîhniyeta ku dixwaze bi şer û tundiyê desthilatdariya xwe biparêze, dixwaze welat bi rê ve bibe. Berxwedana ciwanan û jinan wê vê desthilatdariya ku hemû derfeta xwe xistiye xizmeta şer hilweşîne.”
Bayindir bal kişand ser qetilkirina girtiyan a li girtîgehan û diyar kir ku hişmendiya desthilatdar a heyî li girtîgehan rehmetê daye ruhê Kenan Evren.
Bayindir got, “Çawa ku gelê Kurd teslîmî darbeya Kenan Evren nebûn, wê li dijî vê tundî û qirkirinê têkoşîna xwe bidomînin. Di pêvajoyeke wiha de erk û berpirsyariyên me yên girîng hene.”
Bayindir destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê û 6 muxelefet nikare ji pirsgirêkên li Tirkiyeyê re çareseriyekê bibîne û wiha got: “Em careke din diyar dikin ku ji bilî me tu rêyek a çareserî nîne.
Sedema vê qeyranê û hilweşîna li Tirkiyeyê polîtîkaya israra di şer û tundiyê de ye. Him partiyên muxalîf û him jî desthilatdariya ku pirsgirêka Kurd çareser nake û ne xwediyê siyasete, li hember hevkarên gelê Kurd mehkûmî têkçûnê ye.”
Bayindir wiha berdewam kir: “Desthilatdarên ku ji bilî rêbazên cuda yên şer û şîdetê yên bi salan tên ceribandin, çareseriyekê nebînin, nikarin li qada siyaseta Tirkiyê cih bigirin. Partiyên din ên weke AKP-MHP’ê yên alîgirê şer in, wê li pêşberî têkoşîna vî gelî bihelin. Ji bo ku pirsgirêk zêdetir kûr nebe Birêz Abdullah Ocalan muxetab bigirin. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de ji bilî vê em ê li her derê berdewam diyar bikin ku rêya çareseriyê ya herî bi aqil û saxlem ku wê jiyana bi hevre ya gelan ya bi şeklê azad û wekhev deyne holê û çareseriya pirsgirêka ku bi tecrûbeyên berê hatine jiyîn ya Birêz Ocalan e. Ji bilî vê tu rê tune. Rêyên ji bilî vê tê wateya şer û pevçûnê. Beriya ku nakokî kûrtir bibin, beriya ku hilweşînên aborî, siyasî û civakî kûrtir bibin, em dibêjin muxatab û dînamîk diyar e.
Em weke gelê Kurd weke saziyên tevgera siyasî ya Kurd amade ne ku bi hemû aliyên siyasî yên ku îradeya xwe ya çareseriyê nîşan didin re hevdîtinan pêk bînin. Ji ber vê yekê ne muxalefet çareserî ye û ne jî zîhniyeta qirker a tifaqa komarê çareserî ye. Lewma çareserî Riya Sêyem e. Ev kevneşopiya têkoşînê bi meşandina siyaseteke bi bandor a roj bi roj di siyaseta Tirkiyeyê de bûye hêza sêyemîn. Ev hêz di rewşekê de ye ku pêşeroja siyaseta welêt bi rê ve bibe. Hewl didin vê hêza ku roj bi roj mezin dibe tasfiye bikin. Hayê me ji lîstikên mezin ên ku li ser me têne lîstin heye. Gelê Kurd rola xwe mezin lîst, mezin li ber xwe da û wê mezin jî bi ser bikeve.”
Piştî axaftinê bi merasîmekê rêveberên DBP’ê ya Çewlikê hatin diyar kirin. Ji bo Hevserokatiya DBP’ê ya Çewlikê Lûtfû Arslan û Arîfe Bucaka hatin diyarkirin.