Heyeta HDP'ê: Kujer Cengîz Holdîng bi salan e dibe sedemê mirinan

Heyeta HDP'ê ya ku piştî qezaya TIR’ê ya li navçeya Dêrikê lêkolîn pêk anî, got, “Tesîsa Etî Bakir a Cengîz Holdîng bi salane li Mêrdînê dibe sedemê mirinan. Bi qetilkirina xwezayê dibe sedemê mirinan, bi kamyonên barhilgir ên dişîne dibe sedemê mirinan."

Di 20’ê Tebaxê de di encama teqîna frena kamyoneke barhilgir a Kargeha Etî Bakir a girêdayî Cengîz Holdîngê de 20 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Piştî qezayê heyeta ku di nav wan de Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay jî hebû çû navçeya Dêrikê.

Li gel Gunayê, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Cîgira Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Şaredara berê ya Şaredariya Dêrikê û Parlamentera berê ya HDP’ê Çaglar Demîrel û hevserokên şaredariyê beşdarî merasîma cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest danî bûn.

Heyeta HDP’ê di lêkolînên xwe yên piştî cenazeyan de bal kişand ser zincîra xemsariyê.

Gunay di daxuyaniya xwe ya li ber avahiya Rêxistina Navçeya Dêrikê ya partiyê de wiha got: “Ji duh ve qezayeke weke qetlîama ku ne tenê Tirkiye, hemû cîhan behsa wê dike, hat serê me. Heta niha 21 şêniyên Dêrikê jiyana xwe ji dest dane, rewşa 6 birîndaran jî giran e. Bi dehan birîndarên ku li ser piyan hatin dermankirin hene. Weke HDP’ê ji dema qeza çêbû ve em hatin vir.”

Gunayê di berdewama axaftinên xwe de bal kişande ser Cengîz Holdîngê ku bi salane bi şêwazên cuda dibe sedemê mirina welatiyan.

SEDEMÊ SEREKE YÊ QETLÎAMÊ…

Her wiha Gunayê îşaret bi xebatên çêkirina rêyan ya ku bi mehane naqede kir û ev yek weke sedemê sereke yê qetlîamê pênase kir. Dîsa da zanîn ku eger di demên xwe de TIR û tonajên barên wan bihatibana kontrolkirin wê ev rewşane ne qewimîbana.

CENGÎZ HOLDÎNG Ê QATIL

Gunayê diyar kir ku Cengîz Holdîng xwe dispêre desthilat, her cûre qetlîama xwezayê pêk tîne û wendahiyên canî ji bo xwe weke maf dibîne. Yên ji wan berheman dikirin, TIR û kamyonên ku wan baran hildigirin hêza xwe ji desthilatê digirin û qetlîaman pêk tînin û got ku em û şêniyên Dêrîkê dizanin ku sedem û faîl kê ne û wê gel bersiva pêwîst bide wan.

Di dawiyê de Gunayê sersaxî ji malbatên kesên wan jiyana xwe ji dest danî re xwest û ragihand ku heta faîlên rasteqîn hesabê didin ewê tevî gel têkoşîna xwe bidomînin.

BERTEKA LI HEMBERÎ DEWLETA POLÎS

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di axaftina kirî de hevxemiya xwe bi kesên beşdarî merasîmê û şêniyên Dêrîkê re anî ziman û bi berfirehî li ser nêzîkatiyên dewletê yên xemsar û polîswarî ku di dema pêwîst bû birîndar zû bigihîjinin nexweşxanê lê bi hêceta kontrolkirina GBT’yê ya ji aliyê polîsan ve di nava ambûlansan de dihatin ragirtin axivî û got, “Va ye dema em dibêjin dewleta polîsî, dema em dibêjin dewleta ewlekariyê, dema dibêjin azadî tune ye, em dixwazin ku ev dîmenên aşkera ji aliyê her kesî ve bê dîtin.”

Beştaşê di dewamê de diyar kir dema weke heyet hatine Dêrikê di rê de ew bi hêceta ku wezîrê karê hundir hatiye şînê dane sekinandin û got, “Ji me re çi! Diçe bila biçe, bila mîna welatiyeke asayî biçe. Çima xwe ji van welatiyan diparêze. Çima ewlekariya xwe bi ser vê êşa mezin a welatiyan de dibîne. Ma tiştekî wisa dibe? Tu yê biçî hemxemiyê, tu yê hemû bajêr kilît bikî. Îro hêzên ewlekariyê li virin. Başe doh li ku bûn?”

Beştaşê nerazîbûn nîşanî van nêzîkatiyên cihê kar da û diyar kir ku dema li vî welatî, bajêr û navçeyê mijar dibe Kurd, bi qasê misqalekê girîngiyê nadinê. Beştaşê nerazîbûn nîşanî nêzîkatiyên Soylû da û got, “Emê îro li vir siyasetê nekin lê em wezîrê hundir li vir nikare bi vî rengî êşa Dêrikiyan parve bike. Wê bê û her derê bi polîsan dagire, rêyan bigire, kontrola GBT’ê bike, mafê wî nîne ku bêje ez êşa welatiyan parve dikim. Ev jî bersiva me ji bo wî ye.”

Di dawiyê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî axaftinên Gunay û Beştaşê bibîr xist û got ku yên ji bo rantê xwezaya Kurdistanê talan dikin, gel naparêzin û wiha pêde çû; “Di rastiyê de ji ber vê yekê li Kurdistanê talankirina xwezayê heye. Ev encama dijminatiya li Kurdan e, dijminatiya li xwezaya Kurdan e. Em weke DBP’ê ji bo parvekirina êşa gelê xwe li vir in. Ev êşa me ya hevpar e. Kesên di qezaya Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan jî êşa me ne û em sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin. Heta ku zincîra xemsariya di van qezayan de derkeve holê, heta berpirsyarên sereke bên eşkerekirin em ê bişopînin.”