4 endamên ESP'ê hatin girtin

4 endamên ESP'ê yên doh êvarê derketin pêşberî dadgehê, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin.

Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya Meclîsa Jinê ya Sosyalîst (SKM) û Partiya Sosyalîst a Bindest (ESP) Denîz Aktaş, Ebrû Yîgît, Mert Ûnay û Nûrcan Gullubûdak ên 18'ê Tebaxê li Stenbolê di operasyona qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin, doh êvarê derketin pêşberî dadgehê.

4 kes ji aliyê 5'emîn Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Stenbolê bi îdîya "endametiya rêxistinê" hatin girtin.