'Pêwîstî bi modeleke nû ya aboriyê heye'
Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk got, pêwîstî bi modeleke nû ya aboriyê heye ku di berjewendiya demokrasî, kedkar û ekolojiyê de be.
Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk got, pêwîstî bi modeleke nû ya aboriyê heye ku di berjewendiya demokrasî, kedkar û ekolojiyê de be.
Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk got, “Ji bo em ji rewşê xetere ya heyî rizgar bikin, pêwîste em kedkarên cemaweriyê, karker, xizan, gundî xwendevan û jin têkoşîneke hevpar a civakî bidin meşandin.”
Hevserokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk têkîldarî qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê ji ANF’re axivî.
Bozgeyîk destnîşan kir, di pêvajoya ku enflasyon gihiştiye ji sedî 150 de hem kedkarên cemaweriyê hem jî gel her ku diçe xizan dibe û wiha got: “Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (TUÎK) dema ku reqemên enflasyonê eşkere dike manîpule dike. Bi talîmatên ku digre reqeman kêm nîşan dide ev yek jî dibe sedem ku mûçeyên kedkarên cemaweriyê kêm bibe. Li gorî lêkolînên ENAG Û KESK AR’ê nîşan dide ku enflasyon ji sedî 150 derbas kiriye. Ji bo me nîşaneya bingehîn ew e ku endeksa bihaya hilberîneran her ku diçe zêdetir dibe. Bi taybetî dema rêjeya enflesyonê di xwarin û xwegihandinê de ji sedî 100 derbas bibe, ev rewş wê xizaniyê zêdetir bike.”
TIRKIYE DI PÊVAJOYA RESESYONÊ DE YE
Bozgeyîk bi bîr xist ku Banka Navendî rêjeya faîzê ji sedî 14 xist ji sedî 13 û bi lêv kir ku polîtîqayên kêmkirin û sabît kirina faîzan wê bandorê li bername û budçeya aborî ya sala 2023 bike û wiha domand: “Di encama vê de jî wê xizantî kûrtir bibe, deyn zêdebibin û nirxê ketina TL dewam bike. Banka Navendî hesabên diwîzê nû kir û anî ziman ku heta dawiya meha Kanûnê dolar wê bibe 19 TL. Li gorî daxuyaniyên aborînasên serbixwe dolar wê 20 TL derbas bike. Her ku diçe nirxê TL winda dibe. Aboriya Tirkiyeyê di pêvajoya resesyonê de ye”
BÛDCE JI BO RAZEMENÎ Û GIRTINA KAR NAYÊ VEQETANDIN
Bozgeyîk diyar kir ku ji ber şer û polîtîkayên ewlehiyê bûdce ji bo razemenî û îstihdamê nayê veqetandin û ragihand, ji ber ji perwerde, tenduristî, rêveberiyên herêmî re tu çavkanî nayên veqetandin perwerde û tenduristî ketiye di nava rewşek aloz de û wiha dewam kir: “Di rojên pêşiya me de qeyrana enerjiyê dest pê bike. Bi zamên li ser gaza xwezayî û mezaxtinên bingehîn debara gel di payîz û zivistanê de zêdetir bibe.”
DI NAVBERA HER DU ALIYAN DE CUDAYIYEK KÛR TUNEYE
Bozgeyîk got ku rêveberiya nû ya ku wê di şûna tifaqa AKP-MHP’ê were wê nikaribe qeyranê bi reforman çareser bike û wiha anî ziman: “Em di aliyê îdolojiyê de bi pirsgirêkan re rû bi rû ne. Ti cudahiyeke kûr di navbera siyaseta aborî ya ku Tifaqa Cumhur û partiyên muxalefet ku di şûna wê de werin, tuneye. Pirsgirêka bingehîn ew e ku polîtîqayên aboriya kapîtalîst a bingehîn ku li ser talan kirina xweza, derdor û kedxwariya karkeran qezenç dike, ji holê bê rakirin. Pêwîstî bi modeleke nû ya aboriyê heye ku rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên pişeyî û rêxistinên kedê di nava vê de xwedî gotin bin. Ev bi pêkanîna bernameya aborî ku di berjewendiya ekolojî, civak û gel de pêkan dibe. Pêvajoya pêşiya me wê tevlîhev be. Ji bo ku em ji vê rewşê rizgar bibin, pêwîste em kedkarên cemaweriyê, karker, xizan, gundî xwendevan û jin têkoşîneke hevpar a civakî bidin meşandin. Ger em vê nekin wê xizantî zêde bibe û em ê bi polîtîkayên otorîter û zordest re rû bi rû bimînin. Em bên vê rewşê ku nikaribin behnê bigrin an jî derkevin ji derve. Ger em nexwazin ev tişt bên serê me, divê em seferberiyeke têkoşînê ya topyekûn bidin destpêkirin.”