ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

-Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

-Li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ku amadekarî dikir bi çekên kîmyawî, bombe û taktîk nûkleere êrîş bibin ser tûnelên şer ên Şehîd Hêjar a li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî, bi kamereyan hate tomarkirin.

-Endamê Yekîtiya Turkmenan Cûma Elî Heyder destnîşan kir ku ew girêdayî Rêveberiya Xweser a vîna gelan temsîl dike û QSD’ê ya ku zarokên wan bi xwe avakirî ne.

-Endamê Yekîtiya Çerkez a Minbicê Semîr Hedaq, bal kişand ser pêşketinên dawî, êdî ti wateya qerta çete a di destê dewleta Tirk de nemaye.

-Şeş hevrê, şeş şervan, Serxwebûn, Loqman, Baan, Akîf, Şervan, Aslan, ev tev ji bo me xwe feda kirin. Rûyê wan ên ronî niha cîhanê ronî dike.

-Şaredariya Colemêrg a bi qeyûm hatiye dagirkirin, hemû bermahiyên bajar vala dike ava Zapê. Bermahiyên vala dikin ava Zapê, hem Geliyê Zapê û hem jî Çemê Zapê qirêj dike.