KNK: Rêya herî serketî diyalog û li hev hatine

Hevserokatiya KNK’ê bi wesîleya hevgirtina yekcarî ya refên Hizba Demokrat peyameke pîrozbahiyê weşand û ragihand ku çiqasê pirsgirêkên navxweyî bên çareserkirin, ew qasê hêvî û derfetên serketinê zêde dibin.

Hevserokatiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya hevgirtina yekcarî ya refên Hizba Demokrat (HDK-Îran) ku partiyeke Rojhilatê Kurdistanê ye peyameke pîrozbahiyê weşand.

Di peyama Hevserokatiya KNK’ê de ev tişt hatine gotin:

“Sekreterê giştî  yê HDK-Îran birêz Mistefa Hicrî;

Bi dilxweşiyek mezin, me nûçeya hevgirtina yekcarî ya refên Hizba Demokrat bihîst. Di demekê de ku gef û êrişên her alî li ser tevgera azadîxwaza Kurdistanê hene, bersiva herî rast ji bo vê qonaxa hestyar hevgirtina hêzên Kurdistanî ye.

Îro, hevdem li gel pêşmerge, endam û alîgirên partiya we, hemû xelkê Kurdistanê dilxweşe ku we pêvajoya diyalogê bi serketin gihand encamê. Ji bo hêzên siyasî jî, ev pêngav divê weke destekek hevpar bête temaşe kirin. Ji ber ku çiqasê pirsgirêkên navxweyî bêne çareser kirin, ew qas hêvî û derfetên serketinê zêde dibin.

Birêzan;

Bi salane dijminên neteweya Kurd, pirsgirêkên navxweyî, yên partî û hêzên Kurdistanî bi kar tînin ku yêkitî û hevbendiyek neteweyî li Kurdistanê ava nebe. Dijminên me tu carî naxwazin ku hêzên me hevgirtî û partiyên me dost û piştevanên hev bin. Hevgirtina dubare ya Hizba Demokrat, carek din nîşan da ku ji bo çareserkirina netifaqî û pirsgirêkên hundir, rêya herî serketî diyalog û li hev hatine.

Li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNK’ê, li gel pîrozkirina vê pêngava girîng û pêwîst, em ji bo we û têkoşîna we ya bi nirx, serketinê dizwazin.”