ROJEVA 22'Ê TEBAXA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Erkan Yildirim anî ziman ku birayê wî Gokhan Yildirim di asta krîtîk a rojiya mirinê de ye û got, "Bi hevkarî dixwazin birayê min qetil bikin."

- Medenî Ozer bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya dayika wî ya 80 salî û bavê wî yê 79 salî yên girtî û got, "Ji bo sîstemê temenê Kurdan ne xem e; ha 7 salî ye, ha 70 salî ye."

- Azad Bedran anî ziman ku li hemberî êrîş û qedexeyên li ser muzîk û stranbêjên Kurdî nerazîbûneke têrker nayê nîşandan û destnîşan kir ku paşvegavavêtin çare nîne.

- Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Laleş Êzidî diyar kir ku yên armanca şehîdan bi cih bînin û hîn bêhtir xwedî li şoreşê derkevin, gazî ne.