Parêzeran daxwaza hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd re kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah, ji bo dîtina miwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah, ji bo dîtina miwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Buroya Huqûqê ya Sedsalê Mazlû Dînç, Newroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez û Cengîz Yureklî, daxwaza hevdîtinê bi miwekîlê xwe re kir.
Parêzeran, ji ber ku salel û pênc meh in agahî ji miwekîlên xwe negirtine, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê û Midûriyet Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê dan.
Parêzer, ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hefteyê du caran serlêdanê dikin.
Ji 25 Adara 2021’î heta bi niha tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehatiye girtin.