‘Berpirsiyarê her mirinên li girtîgehan, desthilata AKP-MHP’ê ye’

Rêveberê Girtîgeha Tipa L ya Patnosê daxwaza hevdîtinê ya heyeta STK û HDP’ê qebûl nekir. Heyetê diyar kir ku berpirsiyarê her mirinên ku li girtîgehan rû didin, desthilata AKP-MHP’ê ye.

Heyetek ku Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlementerê HDP’ê Abdûllah Koç jî di nav de ji bo binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tipa L ya Patnosê lêkolîn bikin çûn kampusa girtîgehê. Rêveberê Girtîgehê ku daxwaza hevdîtina heyetê qebûl nekir, bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate şermezarkirin.

‘MAFÊ DERMANKIRINA GIRTÎYAN TÊ ASTENGKIRIN’

Abdûllah Koç ku li ser navê heyetê li ber girtîgehê daxuyanî da diyar kir ku li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan tên jiyîn. Koç binpêkirinên li Girtîgeha Tipa L ya Patnosê bi bîr xist û wiha got: “Rojnameyên muxalîf ji girtîyan re naye dayîn, ji ber ku xwarin kêm û xirab in û av jî qirêje girtî nexweş dikevin. Li girtîgehê dermankirina girtiyên nexweş tên astengkirin. Mafê dermankirina wan girtîyan tê astengkirin. Me li ser vê yekê bi dehan peşnûname da, lê Wezareta Edeletê bersivek neda.”

Koç anî ziman ku helwesta desthilata AKP-MHP’ê ku zagonan nasnakin xwe di rêverberiya girtîgehê de jî dide der û got: “Tevî ku em mîna heyet çend roj berê da randevû xwestibû jî, randevû nedan me naxwazin bi me re hevdîtin bikin. Em baş dizanin ku li vir binpêkirina mafan heye û hin tişt tên veşartin. Em ê tu carî dev ji vê dozê bernedin û çav û guhê me wê li vir bin. Em ê binpêkirinên mafan ên ku li vir tên jiyîn, ji raya giştî ya Tirkiye û cîhanê re ragihînin.”

GIRTÎGEH VEGUHERÎNE MALÊN MIRINÊ

Koç bi bîr xist ku di 8 mehên dawî de 44 girtî li girtîgehê jiyana xwe ji dest dane û wiha dewam kir: “Girtîgeh veguherîne malên mirinê. Em ê ger ku di girtîgehê de bûyerek neyînî biqewime û tiştek bê serê girtiyên nexweş ên ku ji  mafên xwe yên tenduristiyê bêpar in, Serdozgeriya înfazê û Wezareta Edeletê berpirsiyar bibînin.”