Îtîrafa dewletê ya derbarê Dêrikê: Qedexeya weşanê hat ragihandin!

Li ser nûçeyên di derbarê qezaya trafîkê ya li Dêrikê ya ku Cengîz Holdîng jê re dibe sedem û di encamê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dabûn de, qedexeya weşanê hat ragihandin.

Di qezaya ku 20’ê Tebaxê de li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ku di encam frena kamyona ku gubre ji Kargeha Etî Bakir a girêdayî Cengîz Holding a girêdayî desthilatdariya AKP-MHP’ê dibir de qewimî, 21 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Derket holê ku Dadgeha Cezayê Sulhê ya Dêrikê piştî qezayê biryara qedexekirina weşanê daye. Heyeta dadgehê di derbarê karesata ku bû sedema mirina 21 kesan de bi îdiaya “Tenduristiya gel, ewlehiya neteweyî, pergala giştî, ewlekariya giştî û pêşîlêgirtina sûcê” biriyara qedexeya weşanê daye.

Di biryara dadger de hat diyarkirin ku di medyaya nivîskî, dîtbarî û înternetê, medyaya dîjîtal de her cure nûçe, hevpeyvîn, rexne û weşanên bi vî rengî qedexe ne.