'Pêşî li mirina li girtîgehan dikare bê girtin'
Ji ÎHD'ê Nûray Çevîrmen diyar kir ku pêşî li mirina li girtîgehan dikare bê girtin û destnîşan kir ku eger ev neyê kirin hingî dibe sûcê li dijî mirovahiyê.
Ji ÎHD'ê Nûray Çevîrmen diyar kir ku pêşî li mirina li girtîgehan dikare bê girtin û destnîşan kir ku eger ev neyê kirin hingî dibe sûcê li dijî mirovahiyê.
Li gorî tespîtên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 1517 girtiyên nexweş li girtîgehan hene ku 651 ji wan rewşa tenduristiya wan gelekî giran e. Saziya Tipa Edlî ji bo gelek ji girtiyên nexweş rapora 'dikare li girtîgehê bimîne' dide. Bi vê yekê re li pey hev girtî dimirin.
Li gorî daneyên ÎHD'ê ji ber bernedana girtiyên nexweş di 8 mehên destpêkê yên sala 2022'an de 47 girtiyan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan. Tenê hefteya derbasbûyî 3 girtiyên nexweş Îbrahîm Yildirim, Mehmet Candemîr û Bazo Yilmaz jiyana xwe ji dest dan. Ji rêveberên ÎHD'ê Nûray Çevîrmen anî ziman ku girtiyekî din ê nexweş jî jiyana xwe ji dest daye ku navê wî nediyar e.
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.
Nûray Çevîrmen bi bîr xist ku meha Nîsanê li ser binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan raporek eşkere kirin û got, "Li gorî vê raporê 1517 girtiyên nexweş hene ku rewşa tenduristiyê ya 651 girtiyên nexweş giran e. Em dixwazin girtiyên ku nexweşiyê li wan giran kiriye bêne berdan, girtiyên nexweş jî bênavber bêne dermankirin. Ji bo vê jî me xwest ku hin kiryarên taybet bêne bidawîkirin. Mînak; girtî bi wesayitên girtîgehê ji nexweşxaneyê re nebin, kontrolkirin û dermankirina destkelepçekirî neyê kirin, zû û bi lez girtiyên nexweş bibin nexweşxaneyan û şert û mercên mirovî yên jiyanê ji wan re bêne dayin."
Nûray Çevîrmen ragihand ku ji destpêka salê ve gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan û destnîşan kir ku Saziya Tip a Edlî êdî bi fikir û armancên siyasî biryarê dide. Nûray Çevîrmen got, "Ji destpêka sala 2022'an û vir ve bi qasî ku me tespît kirine 47 girtî mirin. Ez dibêjim bi qasî ku me tespît kirine, ji ber ku gelek girtiyên din jî mirin ku agahiya me jê nîne."
Nûray Çevîrmen diyar kir ku pêşî li mirina li girtîgehan dikare bê girtin û destnîşan kir ku nekirina vê yekê sûcê li dijî mirovahiyê ye. Nûray Çevîrmen got, "Mirinên li girtîgehan hemû dikarin pêşî li wan bê girtin. Pêşînegirtina li mirinan, binpêkirina mafê jiyanê ye, binpêkirina qedexeya êşkence û kiryarên xerab e. Bi kurtasî sûcê li dijî mirovahiyê ye. Lewma divê binpêkirina mafên mirovan tavilê bêne bidawîkirin, girtiyên bi nexweşiyên giran bêne berdan û girtiyên nexweş heta rewşa wan a tenduristiyê baş bibe li gel malbatên xwe bin."