‘Girtiyên nexweş têne qetilkirin‘

Li Îzmîr, Stenbol û Enqereyê çalakiyên heftane hatin lidarxistin û hate gotin ku girtiyên nexweş têne qetilkirin û xwestin hemû girtiyên nexweş bên berdan.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên şaxên Îzmîr, Stenbol û Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî çalakiyên heftane lidarxistin û de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş.

ÎZMÎR

Rêveberên ÎHD’a Îzmîrê di hefteya 258’emîn de li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê çalakî li dar xistin û xwestin girtiyê nexweş Adem Amaç ê rewşa wî xedar e û li Girtîgeha Bodrûmê ya Tîpa S’yê tê ragirtin bê berdan.

Serokê ÎHD’a Îzmîrê Zafer Încîn bi bîr xist ku di hefteyek dawî de sê girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û sersaxiyê ji malbatên wan re xwest. Încîn da zanîn ku girtîgehên Tîpa S’yê veguherîne cihê tecrîda girankirî û yek ji girtiyên nexweş Adem Amaç e û ew ji sala 2007’an ve gitî ye û çend caran hatiye sirgûnkirin. Încîn diyar kir ku gelek nexweşiyên Amaç hene û her çiqas ew emeliyat bûye jî lê dîsa divê bê emeliyatkirin û ji ber nayêemeliyatkirin rweşa wî xedartir bûye. Încîn xwest di serî de Amaç û tevahiya girtiyên nexweş bên berdan.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê jî li ber avahiya komeleyê di hefteya 543’yemîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Alî Osman Kose yê 65 salî ku 8 sal in girtî ye. Yolerî diyar kir ku li girtîgehan binpêkirina mafê girtiyan zêde bûye û mafê jiyan û tenduristiya girtiyan tê binpêkirin û ew di bin tehdîtek giran de ne. Yolerî bi bîr xist ku di 8 mehên dawî de 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye û ew wezîfedarên dewletê vedixwînin berpirsiyariyê ku wezîfeya xwe bi cih bînin da ku li girtîgehan mirinên din neqewimin.

Yolerî têkildarî rewşa girtiyê nexweş Alî Osman Kose ê rewşa wî xedar e agahî dan û destnîşan kir ku Kose bi tena serê xwe nikare li xwe binêre û li girtîgehê bimîne. Yolerî got her roja ku diçe rewşa Kose girantir dibe û Saziya Tiba Edlî rapora “dikare di zindanê de bimîne” daye Kose û bang li rayedaran kir ku Kose demildest bê berdan.

ENQERE

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî li ber avahiya ÎHD'a Enqereyê di hefteya 415'emîn de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. Înîsiyatîfê vê hefteyê rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Gorgîn Oktar ê li Girtîgeha Maltepeyê ya Tîpa T'yê ya Jimara 1'an tê ragirtin vegot û xwest ku ev girtî demildest bê berdan. Rêveberê ÎHD'ê Huseyîn Demîrton daxuyanî da û qala rewşa girtiyê nexweş Gorgîn Oktar kir û destnîşan kir ku li gel Oktar nexweş e, randevû girtiye jî wî nabin nexweşxaneyê û tedawiya wî nayê kirin. Demîrton xwest ku gavek beriya gavekî tedawiya Oktar bê kirin û tavilê bê berdan.