ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Ronahî Serhat qala Bêrîvan Zîlan kir ku berî çend rojan di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû û got, "Ji roja ku tevlî bû û pê ve bû gerîlayeke pêşeng, bû fermandareke leheng."
- Ehwen Çiyako hevrêyê xwe endamê Konseya Rêveber a KODAR'ê Rêzan Cavîd bi bîr anî û got, "Hevalê Rêzan bi rastî jî nimûne bû, dilnizm bû, gelekî dihate hezkirin. Dixwest tecrûbeya Şoreşa Rojava bigihîne Rojhilat."
- Ji ÎHD'ê Nûray Çevîrmen diyar kir ku pêşî li mirina li girtîgehan dikare bê girtin û destnîşan kir ku eger ev neyê kirin hingî dibe sûcê li dijî mirovahiyê.
- Şeniyên Kobanê diyar kirin ku ew amade ne ji bo gelê xwe şev û roj li qadan ber xwe bidin û gotin: “Her kevirekî li Kobanê wê li dijî Erdogan û hevalbendên wî bibe gule.”