HDP: Desthilata AKP-MHP û ATK’ê Bazo Yilmaz qetil kir
HDP’ê ji bo Bazo Yilmaz ê li girtîgehê hat qetilkirin daxuyaniyek da û destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP’ê û ATK’ê girtiyan qetil dike.
HDP’ê ji bo Bazo Yilmaz ê li girtîgehê hat qetilkirin daxuyaniyek da û destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP’ê û ATK’ê girtiyan qetil dike.
Cîgirê Hevserokê HDP’ê yê ji Meclîsa Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk berpirse Mehmet Ruştu Tiryakî daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Kiryarên dijminatî yên desthilat li girtîgehan pêk tîne, her roj dibe sedem ku welatiyekî me, hevrêyê me yê têkoşînê jiyana xwe ji dest bide. Di demekê de ku rewşa girtiyên nexweş a li girtîgehan di astekê de ye ku nikarin jiyana xwe bidomînin û divê demildest bên dermankirin de saziyên pêwendîdar berpirsyariyên xwe yên civakî, exlaqî û hiqûqî bi cih naynin. Saziya Tiba Edlî ya ku polîtîkaya dewletê ya li dijî Kurdan weke prensîb dipejirîne jî hevparê van sûcên tên kirin e.”
‘POLÎTÎKAYÊN DESTHILATÊ GIRTIYAN QETIL DIKE’
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Bazo Yilmaz (67) ê li Girtîgeha Tîpa T a hejmar 2 ya Rihayê girtî bû, rojên borî jiyana xwe ji dest da. Bazo Yilmaz di sala 2009’an de bû Şaredariya Navçeya Gogan a Rihayê û di hilbijartinên 2014’an de jî bû Şaredarê Xelfetiyê. Wî îradeya gelê Rihayê du deman girt ser milê xwe û ev erk bi rêk û pêk bi cih anî. Piştre di sala 2016’an de hat girtin û tevî nexweşiyên xwe yên giran jî bi îdiaya “Dikare di girtîgehê de bimîne” ji aliyê ATK’ê ve rastî polîtîkayên hikûmetê yên cezaya çend qatî hat. Ev feraseta ku exlaq û wijdanê pîşeyî dixe ber lingê desthilatdariyê, ti aliyekî xwe yê rewa û bê qebûlkirinê nemaye.
Di encama van polîtîkayan de bi sedan girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Dewlet û ATK’ê bi vê polîtîkayê girtîgeh veguherandin malên mirinê. Divê demildest dest ji van polîtîkayên mirinê yên ku wijdanê mirovan diêşîne û mafên hemwelatîbûyînê ji nedîtî ve tê bê berdan. Divê di serî de Aysel Tûglûk hemû girtiyên nexweş bên berdan û di şert û mercên guncaw de dest bi dermankirina wan bê kirin.
Yek ji armancên têkoşîna me jî ew e ku em feraseta ku beriya her tiştî girîngî dide jiyana mirovan û nirx dide wê li welat serwer bikin. Çawa ku me duh kir, îro û sibê jî em ê ji bo mafê tenduristiyê û berdana girtiyên nexweş têkoşîna xwe bidomînin.”