ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Girtîgeha Şakranê sîxûrî li girtiyan tê ferzkirin
Girtiyên li Girtîgeha Şakranê diyar kirin ku MÎT û rêveberiya girtîgehê bi hevre sîxûriyê ferz dikin û anîn ziman ku ji her bûyereke neyînî ku biqewime rêveberiya girtîgehê û Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê berpirsyar in. -
Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan, ku karibin biçin Îmraliyê. -
Milîsên HBDH’ê li dijî kargeha alîgirê desthilatdariyê çalakiya sabotajê kirin
Milîsên HBDH’ê yên Bazo Yilmaz ragihand ku li Tarsûs a Mersînê li dijî kargeheke vezîvirandinê çalakiyeke sabotajê lidar xistine. -
ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Stranbêja hedef hat nîşandan hat girtin
Stranbêj Gulşen a ku bi hinceta di konserekê de derçûyiyên îmam hatîpê kiriye hedef, ji aliyê desthilatê ve hedef hate nîşan dan, hat destgîrkirin û pişt re hat girtin. -
6 partî û rêxistin di bin navê 'Tifaqa Ked û Azadiyê' de bûn yek
6 partî û rêxistinên siyasî, navê tifaqa nû diyar kir. HDP, TÎP, EHP, EMEP, TOP û SMF’ê di bin navê “Tifaqa Ked û Azadiyê“ de tifaqa xwe ragihand. -
Nexşerêya tifaqa bi şeş partî û rêxistinan wê meha Îlonê aşkere bibe
Şeş partî û rêxistinên di çarçoveya xebata tifaqê de hatin ba hev, biryar dan ku nexşerêya xwe meha Îlonê aşkere bikin. -
‘Em dixwazin zilma li zarokên me tê kirin bi dawî bibe‘
Malbatên girtiyan ên ji bo girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye, lê nayê berdan, çalakî kirin û gotin: “Em dixwazin zilma li zarokên me tê kirin bi dawî bibe.“ -
Bi banga HDP’ê 6 partî û rêxistin li hev civiyan
Bi banga “Tifaqa Demokrasiyê“ ya HDP’ê, şeş partî û rêxistin li Stenbolê li hev civiyan. -
Li Girtîgeha Aydinê mirineke bi guman
Hat îddîakirin ku girtiyê edlî Firat Çaglayan ê li Girtîgeha Aydinê di qawîşa xwe de bi benê pêlavê întîxar kiriye. -
Fatûreya mîtînga Erdogan a li Milazgirê li şêniyên Wanê tê birîn
Fatûreya mîtînga ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan dixwaze li Milazgirê pêk bîne, ji niha ve li şêniyên Wanê tê birîn. Li bajêr ji bo Erdogan pere tê komkirin. -
Greva birçîbûnê 42 roj in dewam dike
Greva birçîbûnê ya bidorveger ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Beşîkduzu ya Trabzonê dabûn destpêkirin di roja 42’emîn de ye. -
Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi daxwaza dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Qereqola Cendirmeyan mirina bi guman
Hat îdiakirin ku Orhan Azman ê notirvanan ew destgîr kiriye û biriye Qereqola Cendirmeyan a Selendiyê, xwe kuştiye. -
‘Heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe aştî nayê li ser vê axê‘
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye, lê nayên berdan li Îzmîr û Denîzliyê berdewam dike. Di çalakiyan de hate gotin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe aştî nayê li ser vê axê. -
‘Li dijî bêhiqûqiya qeyûman pêşerojeke demokratîk‘
Sazî û partiyên siyasî yên li dijî polîtîkayên qeyûman daxuyaniyeke hevpar dan û gotin: "Em li dijî bêhiqûqiya qeyûman banga avakirina pêşerojeke demokratîk dikin." -
Girtiya 80 salî Makbûle Ozer sewqî ATK’ê kirin
Girtiya nexweşa giran Makbûle Ozer a 80 salî li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin, sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê hate kirin. -
Meclîsa Jinan a KESK'ê piştgirî da çalakiya Malbata Şenyaşar
Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Amed tevlî çalakiya Nobeta Edeletê ya Malbata Şenyaşar bûn û gotin, “Nobeta Edeletê ku dayîka Emîne da destpêkirin ji bo her kesê ku li welat edelet û mafê xwe digerin bû sembol, rênîşander û ronahî ” -
HDP: Di êrîşên droneyan de 8 zarok hatin qetilkirin û 24 jî birînda bûn
Komîsyona Zarokan a HDP’ê ragihand ku di meha Tebaxê de ji ber êrîşên balafirên bê mirov û bi çek 8 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 24 jî birîndar bûne û xwest ku tawanbar bên darizandin. -
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê: Sê hevrêyên me bi plan hatin qetilkirin
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ragihandin ku sê hevrêyên wan di navbera 14 û 18'ê Tebaxê de "bi zanebûn û plankirî" hatin qetilkirin û ji bo hesabpirsîna ji vê komkujiyê bang kirin. -
Cerdevan Ramazan Babat ji ber destavêtinê hate girtin
Hate ragihandin ku cerdevan Ramazan Babat ji ber ku dest avêtiye zarokekê hatiye girtin. Birayê wî Ahmet Babat jî Fîrdevs Babat qetil kiribû. -
ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
‘Kurê min nikare xwe li ser piyan bigire’
Dayîka Songul Îlker a ku bi kurê xwe girtiyê nexweş Ekîm Polat ê di greva birçîbûnê de hevdîtin kir, diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya kurê wê her ku diçe xirabtir dibe û da zanîn ku nikare li ser piyan bigire. -
Nobeta Edaletê ya Îzmîrê: Em ê çalakiya xwe bidomînin
Malbatên 102 roj in li Îzmîrê Nobeta Edaletê digirin, gotin ku heta girtiyên nexweş neyên berdan ew ê li çalakiya xwe dewam bikin.