6 partî û rêxistin di bin navê 'Tifaqa Ked û Azadiyê' de bûn yek
6 partî û rêxistinên siyasî, navê tifaqa nû diyar kir. HDP, TÎP, EHP, EMEP, TOP û SMF’ê di bin navê “Tifaqa Ked û Azadiyê“ de tifaqa xwe ragihand.
6 partî û rêxistinên siyasî, navê tifaqa nû diyar kir. HDP, TÎP, EHP, EMEP, TOP û SMF’ê di bin navê “Tifaqa Ked û Azadiyê“ de tifaqa xwe ragihand.
Bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HPD, Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Kedê (EMEP) li avahiya Serokatiya TÎP’ê ya Stenbolê hatin ba hev.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Alîkarê Hevserokê Giştî Tûncer Bakirhan, Serokê Giştî yê EMEP Ercument Akdenîz û Alîkara Serokê Giştî Selma Gurkan, Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, Berdevka TÎP’ê Sera Kadigîl û Alîkarê Serokê Giştî Dogan Ergun, Berdevka TOP’ê Perîhan Koca, Desteya Berdevkan Pelîn Kahîlogûllari û Tamer Dogan û Berdevka EHP’ê Ozge Akman, Endamê Komîteya Navendî Hakan Ozturk, tev li civînê bûn.
Gava civînê daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn. Bi daxuyaniyê hat ragihandin ku wê nexşerê meha Îlonê bê aşkerekirin. Piştî civînê 6 partî û rêxistinên siyasî, dan zanîn ku wê navê tifaqa wê ava bikin “Tifaqa Ked û Azadiyê“ be.
Di danezanê de hat destnîşankirin ku biryara hatiye dayin ku bi civîneke girseyî û bi hêzên herî berfereh ên demokrasiyê re dawiya meha Îlonê “Tifaqa Ked û Azadiyê“ were ragihandin.