ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

-Dewleta Tirk li ber bêdengiya cîhanê her roj çekên taktîk nukleer li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi kar tîne. Dîmenê dema teqîna vê bombeyê ku mîna 'Hîroşîmayeke Biçûk' bandorê dike, vê carê li Qada Karker a Zapê hate kişandin.

- Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren diyar kir ku êrîşa li ser Elewiyan, serdan û nîşandana nêzîkbûnê hem dîzayneke siyasî ya hundirîn e, hem jî peyamek ji dewletên Şîa re ye.

- Yek ji rojnameyên Swêdê yên herî zêde tê xwendin Aftonbladet, banga kesayetên naskirî yên Swêdê weşand. Kesayetan ji dewleta Swêd xwest ku daxwazên dewleta Tirk ên ji bo radestkirina Kurdan qebûl neke û xwe nede ber bazirganiya çekan.

- DAÎŞ ku sala 2021'ê di operasyona li Kampa Holê de derbên giran xwar, careke din xwe berda nava kampa penaberan, çeteyên xwe yên pasîf xiste nava liv û tevgerê metirsiyeke mezin çêkir. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bi rewşê hesiyan, dest bi qonaxa duyemîn a operasyonê kirin.

- Yek ji du gerîlayên ku li çiyayên Avaşînê bi stranên xwe dengê azadiyê bilind kirin şehîd Amara Botan bû. Herdu gerîlayên jin, ji bo hilanîna tola welatê xwe yê dagirkirî heta kêliya dawî li dijî dijmin li ber xwe dan.