Bi banga HDP’ê 6 partî û rêxistin li hev civiyan

Bi banga “Tifaqa Demokrasiyê“ ya HDP’ê, şeş partî û rêxistin li Stenbolê li hev civiyan.

Bi banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a “Tifaqa Demokrasiyê” Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Kedê (EMEP) li avahiyê Serokatiya Bajêr a TÎP’ê civiyan. Li eywana ku civîn lê hate kirin, pankarta ku logoyên 6 partî û rêxistinan li ser hebû û li ser “Bi piştevanî, têkoşîn û hêviyê em bi hev re ne” li ser dinivîsî daliqandî bû.

Hevserokên HDP'ê yên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û Cihgirê Hevserokên HDP'ê Tûncer Bakirhan, Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz û Cîgira Serokê Giştî yê EMEP'ê Selma Gurkan, Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, Berdevka TÎP’ê Sera Kadigîl û Cihgirê Serokê Giştî Dogan Ergun, Berdevkê SMF’ê Bariş Kayaoglû û endamên Desteya Rêveber a Navendî (MYK) Mahîr Gurz û Erdal Ataş, Berdevka TOP’ê Perîhan Koca, Desteya Berdevkan Pelîn Kahîlogûllari û Tamer Dogan, Berdevka EHP’ê Ozge Akman û endamê Desteya Navendî Hakan Ozturk tev li civînê bûn.

Di civînê de di serî de geşedanên li Cîhan, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê wê bên axaftin û tê payîn ku nexşerêya çareseriya van pirsgirêkan bê diyarkirin. Di civînê de wê tevî navê danezanê tifaqa partiyên tev li civînê bûne û dîroka parvekirina vê deklerasyonê jî bên diyarkirin.

Civîn bêyî çapemeniyê dest pê kir û hat destnîşankirin ku wê piştî civînê nivîseke agahdariyê were parvekirin.