Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan, ku karibin biçin Îmraliyê.
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan, ku karibin biçin Îmraliyê.
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li nava tecrîdeke giran a li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin û 17 meh in agahî jê nayê girtin, birayê wî Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Bi heman daxwaza hevdîtinê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî serlêdan kirin.
Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan û xwestin biçin Îmraliyê û hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin.