Nobeta Edaletê ya Îzmîrê: Em ê çalakiya xwe bidomînin
Malbatên 102 roj in li Îzmîrê Nobeta Edaletê digirin, gotin ku heta girtiyên nexweş neyên berdan ew ê li çalakiya xwe dewam bikin.
Malbatên 102 roj in li Îzmîrê Nobeta Edaletê digirin, gotin ku heta girtiyên nexweş neyên berdan ew ê li çalakiya xwe dewam bikin.
Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Îzmîrê 102 roj in berdewam dike. Malbatên girtiyan, li ber avahiya Baroya Îzmîrê kom bûn û çalakiya xwe li dar xistin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Çeşme ya Îzmîrê ji bo piştevaniyê serdana nobetê kir.
Dayika Mehmet Nezîr Gumuş ê ku li Girtîgeha Bandirmayê ya Balîkesîrê girtî ye Hanîfe Gumuş da zanîn ku divê malbatên girtiyan tenê neyên hiştin û got: "Em wek dayikên girtiyan li çalakiya xwe dewam dikin. Em bi tena serê xwe jî bimînin em ê li çalakiya xwe dewam bikin. Li hemberî zarokên me zilmek heye û zarokên me nexweş in. Kovar, rojname û radyoyê nadin zarokên me. Di serî de Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş divê serbest bên berdan. Aysel nexweşa demansê ye û nikare bi tena serê xwe bijî û divê demildest serbest bê berdan. Em Dayikên Aştiyê ne û em edaletê dixwazin. Em naxwazin zarokên me jiyana xwe ji dest bidin."
Hanîfe, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser qezaya Dêrîk û Dîlokê û got serê malbatan sax be.