ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Serokê Rûmetê yê HDP'ê û Endamê Rûmetê yê MPKE'yê Ertûgrûl Kurkçu diyar kir ku Esad û Erdogan di demeke nêz de nikarin hevdîtinê bikin û got, ne Sûriye lê belê pêwîstiya Rûsya û Tirkiyeyê bi vê danûstandinê heye.
- Fîlmê 'Gava Şitil mezin dibin' îro tê weşandin. Fîlm hewl dide fedakarî, ked, parvekirin û hezkirina li nava Şoreşa Rojava nîşan bide.
- Li Wanê, piştî avakirina komeleyên eşîran ên bi piştgiriya Walîtiya Wanê, şerê navbera eşîran jinûve zêde bû. Hevserokê HDP'ê yê Wanê Fîkret Dogan rewş nirxand û bang li civakê k ir ku li hemberî vê lîstikê hişyar be.
- Axa ku dibe stargeh ji her cûre zindiyan re, bi dilxwazên xwe zane. Pê zane ku li cihê gerîla gavê lê diavêje kulîlk şîn dibe.
- Mack Rutherford ê 17 salî yê Îngiliz-Belçîkî bû pîlotê herî ciwan ku bi balafireke biçûk bi tena serê xwe li dora cîhanê firiya.