‘Li dijî bêhiqûqiya qeyûman pêşerojeke demokratîk‘

Sazî û partiyên siyasî yên li dijî polîtîkayên qeyûman daxuyaniyeke hevpar dan û gotin: "Em li dijî bêhiqûqiya qeyûman banga avakirina pêşerojeke demokratîk dikin."

Rêxistinên heq û hiqûqê, baweriyê, ked û pîşeyan, rêxistinên girseyî, partî û pêkhateyên siyasî û baroyan, têkildarê tayînkirina qeyûman daxuyaniyeke hevpar da.

Di daxuyaniya ku gelek sazî îmze kirine de wiha hat gotin: “Divê em fam û feraseta demokrasiya xwecihî ya welatî rasterast dikarin tev li qedemeyên rêvebiriyê bibin û bikarin bibin xwediyê mafê axaftinê xurttir bikin. Ji bo avakirina pergaleke demokratîk em hemû ji ewlehiya demokrasiya xwecihî berpirs in. Lewma em bang li hemû partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî, rêxistinên pîşeyî, rewşenbîr û nivîskaran dikin ku li dijî nehiqûqiya qeyûman tevkariyê li avakirina pêşerojê bikin.“        

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di dema Rewşa Awarte de maf û daxwazên demokratîk hatin paşguhkirin û ev tişt hatin gotin: “ Destpêka avakirina pêkanînên otorîter, hewildana derbeyê ya piştî hewildana derbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an e. Deshilata siyasî ku Rewşa Awarte ragihand û ji hewildana derbeyê hêz girt, hewil da welêt bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (KHK) bi rê ve bibe û di vê pêvajoyê bi sed hezaran mirov ji kar avêtin, saziyên demokratîk girtin, xwestin çapemeniya azad ker bikin. Li dijî rewşenbîr, muxalefeta civakî dest bi destgîrkirin û girtinê kirin.“

Di daxuyaniya ku hat dayîn de guhertinên Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan ên di xala 45'emîn a Qanûna Şaredariyê de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de ya jimara 674'an di 1'ê Îlona 2016'an de pêk anî bi bîr xist.

Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hat kirin xespkirina bi şaredariyên DBP’ê û HDP’ê dest li seranserê welêt belav bûye.

RÊXISTINÊN DAXUYANÎ İMZE KIRINE

Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Şopandinê ya ji Mafên Wekhev (ESHÎD), Komeleya Înîsiyatîfa Heq (HÎD), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Rojeva Mafê Mirovan (ÎHGD), Komeleya jinan Rosa, Federasyona Elewiyên Bektaşî, Konfederasyona Sendîkayên Kedkaran (KESK), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), Hewildana 78’an, Federasyona Federasyona Şoreşgerên 78’an, Platforma Komeleyên Rojhilat-Başûrê Rojhilat (DGD), Yekîtîya ji bo Azadiyê, Partiya Azadî, Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Şoreşger, Partiya KED’ê, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Mirov û Azadiyê, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîst (SODAP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Partiya Avabûna Jinûve ya Sosyalîst (SYKP), Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê PDK-T), Partiya Kesk a Çep, Baroya Amedê, Baroya Îzmîrê, Baroya Wanê.