Çalakiya rûniştinê ya ku Songul Îlker ji bo bal bikêşîne ser rewşa tenduristiya kurê xwe yê girtiyê nexweş Ekîm Polat û daxwazên wî bi cih bên anîn daye destpêkirin, 9 roj in dewam dike. Polat jî 23 roj in ji bo mafê xwe yê tedawiyê, di greva birçîbûnê de ye.
Şandeya ku ji Parlementerê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, endama Saziya Rêveberiya Navendê Îdîl Ûgûrlû û rêxistina HDP’ê ya Denîzliyê pêkhatî, ji bo piştgiriyê serdana çalakiya rûniştinê ya Songul Îlker kirin û têkildarê pêvajoyê agahî girtin.
‘NIKARE LI SER PIYAN BISEKINE’
Songul Îlker di nava rojê de bi kurê xwe Polat re, li girtîgehê hevdîtinek kir. Piştî hevdîtinê Îlker daxuyanî da û diyar kir ku rewşa tenduristiya kurê wê roj bi roj xirabtir dibe û got: “Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê greva birçîbûnê bi xeter dibe. Dema ku kurê min rabû ser pêyan, hindik ma ku bikeve erdê. Nikare li ser piyan bisekine. Ji hal ketiye. Kîlo dane. Ji xwe gelek nexweşiyên wî hene. Greva birçîbûnê zêde bandorê lê dike.“
ZEXTA DERÛNÎ YA GARDIYANAN
Îlker anî ziman ku gardiyan zexta psîkolojîk li kurê wê dikin û dixwazin çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bike. Îlker destnîşan kir ku kurê wê di çalakiya xwe de bi israr e û ragihand ku kurê wê jê re gotiye, heta ku daxwazên wî bi cih neyên anîn ew ê li çalakiya xwe dewam bike.
ÇEPNÎ BI MIDÛR RE HEVDÎTIN KIR
Parlementerê HDP’ê Mûrat Çepnî jî, ji bo bi cih anîna daxwazên Ekîm bi Midûrê yekem ê girtîgehê Alî Riza Yildirim re hevdîtin kir. Midûr ji Çepnî re wiha got: “Bila daxwaznameyên xwe bidin, em ê demildest sewqê nexweşxaneyê bikin.”
‘MIDÛR NE RAST E’
Lê Dayîka Îlker ragihand ku kurê wê sewqê nexweşxaneyan hatiye kirin, lê bêyî ku derman bibe ji nexweşxaneyê şandine. Îlker destnîşan kir ku midûrê girtîgehê di der barê vê yekê de ne rast e û xwest ku ji bo kurê wê tedawî bibe divê soz bê dayîn.