Fatûreya mîtînga Erdogan a li Milazgirê li şêniyên Wanê tê birîn

Fatûreya mîtînga ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan dixwaze li Milazgirê pêk bîne, ji niha ve li şêniyên Wanê tê birîn. Li bajêr ji bo Erdogan pere tê komkirin.

Qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji bo mîtînga Erdogan a li Wanê, ku meha Hezîranê pêk anî 5 milyon TL xerc kiribû. Qeyûm her wiya mesrefên mîtînga Erdogan a 'pîrozbahiyên sala 951'ê' ya li Milazgirê jî hilda ser şaredariyê.

Ji bo tevlîbûna li mîtîngê zêde be, ji Wanê 1071 wesayit hatin kirêkirin û dixwazin ku nêzî 15 hezar kesî bibin mîtîngê.

Her wiha zext li personelên cemaweriyê tê kirin ku tevlî mîtîngê bibin. Waliyê Wanê Ozan Balci ji bo mîtîngê seferberî ragihand.

Serokê AKP'ê yê Wanê Kayhan Turkmenoglû ragihand ku wê bi 1071 wesayitan biçin mîtîngê.

Li gorî agahiyan, wê ji bajarên derdorê ji Bedlîs, Erzîrom, Agirî û Qersê bi mînîbusan mirovan bibin mîtîngê.

Şaredariya Agiriyê jî ku ji aliyê Savci Sayan ê ku navê wî bi karên nelirê tê bilêvkirin, tê birêvebirin, ji bo tevlîbûna li mîtîngê 247 wesayit kirê kir.

Tîmên konvedanê yên Serokatiya Daîreya Kontrolê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya desteserkirî, bi rojan e li Milazgirê dixebitin.

Ji ber mîtîngê beriya bi rojan wesayit û xebatkar ji Milazgirê re hatin şandin. Serkêşê vî karî jî Midûrê Karên Paqijiyê yê Şaredariyê Mûrat Turklu û Serokê Daîreyê yê bi navê Serkan Başdînç in.

Hîn ê nayê zanîn ku berdêla kirêkirinê ya wesayitên ji bo mîtîngê ji kîjan fîrmayê re hatiye dayin.

Ji ber mîtînga ku Erdogan tevlî bibe, hêzên çekdar ên dewletê yên li bajarên derdorê derbasî Milazgirê hatin kirin. Milazgir nêzî hefteyeke dorpêçkirî ye.

Qemyeqamê Milazgirê Yîgît Yaşar Demîrer jî bi keyayan re rûnişt û ferman da wan ku her keyayek 30 gundiyan bi xwe re tevlî mîtîngê bikin.

Qeymeqam gef xwar ku eger ev neyê kirin, wê xizmetê ji wan gundan re nekin.