Nexşerêya tifaqa bi şeş partî û rêxistinan wê meha Îlonê aşkere bibe

Şeş partî û rêxistinên di çarçoveya xebata tifaqê de hatin ba hev, biryar dan ku nexşerêya xwe meha Îlonê aşkere bikin.

Bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Kedê (EMEP) li Serokatiya TÎP'ê ya Stenbolê ya li Kadikoyê li hev civiyan.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û Cihgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Tûncer Bakirhan, Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercûment Akdenîz û Alîkara Serokatiya Giştî Selma Gurkan, Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, Berdevka TÎP'ê Sera Kadigil û Alîkarê Serokatiya Giştî Dogan Ergûn, Berdevkê SMF'ê Bariş Kayaoglû û endamên Desteya Rêvebir a NAvendî Mahîr Gûrz, Erdal Ataş, Berdevka TOP'ê Perîhan Koca, Berdevkên Desteya Berdevakan Pelîn Kahilogullari û Tamer Dogan û Berdevka EHP'ê Ozge Akman û  endamê Komîteya Navendî Hakan Ozturk tev li civînê bûn.

Piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civînê de li ser navê tifaqê û nexşerêya wê hatiye rawestin

NEXŞERÊ WÊ MEHA ÎLONÊ AŞKERE BIBE

Di dewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî xebatên bi mehan, xebatên tifaqê li ber qedandinê ne û wiha hat gotin: "Ji bo li Tirkiyeyê li bajar, kolan û qadan, li fabrîke û kargehan, dibistan û zanîngehan li hemû qadan têkoşîn bê geşkirin û daxwazên kedkar, karker, jin, ciwan, cotkar û hilberîneran û têkoşîna wan bibe yek me xebatên tifaqê dabûn destpêkirin. Ev xebat li ber qedandinê ne. Li hemberî qeyrana aborî, civakî û siyasî ku her roj kûrtir dibe, me biryar da ku meha Îlonê nexşerêya rêgezên têkoşînê yên tifaqê û çarçoveya wê ya hilbijartinê bi raya giştî re parve bikin. Rêgezên têkoşînê, çarçoveya bernameya siyasî, nexşerêya tifaqê ku rêgezên têkoşînê, çarçoveya bernameya siyasî, pêvajoya beriya hilbijartinê û piştî hilbijartinê dihewîne bi raya giştî re parve bikin."

‘EM Ê BI HEV RE BI SER BIKEVIN’

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû kedkaran, tevger, welatî û sazî û dezgehên ji bo demokrasî, maf, hiqûq, azadî û wekheviyê têdikoşin hat kirin ku her kes bi berpirsyarî tev bigere ji bo avakirina welatekî demokratîk û azad û wiha hat gotin: "Em ê bi hev re li dijî desthilatdariya yek zilamî, pergala sermiyan û zilmê bi ser bikevin.”