Stranbêja hedef hat nîşandan hat girtin

Stranbêj Gulşen a ku bi hinceta di konserekê de derçûyiyên îmam hatîpê kiriye hedef, ji aliyê desthilatê ve hedef hate nîşan dan, hat destgîrkirin û pişt re hat girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, di der heqê stranbêj Gulşen Bayraktar Çolakoglû de bi boneya ku li konsereke meha Nîsanê ya çûyî derçûyiyên îmam hetîpê ji xwe re kirine hedef ji sûcê "teşwîqkirina gel ber bi kîn û dijminatiyê an jî heqareta li gel" lêpirsîn da destpêkirin.

Gulşen a di encama lêpirsînê de biryara destgîrkirina wê hat dayîn, li mala xwe li navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê hat destgîrkirin.

Gulşen, piştî ku li midûriyeta polîsan îfade da û sewqê edliyeyê bû, hate girtin.