Li Qereqola Cendirmeyan mirina bi guman
Hat îdiakirin ku Orhan Azman ê notirvanan ew destgîr kiriye û biriye Qereqola Cendirmeyan a Selendiyê, xwe kuştiye.
Hat îdiakirin ku Orhan Azman ê notirvanan ew destgîr kiriye û biriye Qereqola Cendirmeyan a Selendiyê, xwe kuştiye.
Li Manîsayê şevê din saet di 23.30’an de notirvanan Orhan Azman ê li motosiklêtê siwar li Qada Demokrasiyê rawestandiye. Azman ji ber niqaşa bi notirvanan re kiriye hatiye destgîrkirin.
Bi fermana dozgeriyê, Azman ji bo girtina îfadeyê wî şandine Qereqola Cendirmeyan a navçeya Selendiyê.
Hat îdiakirin ku Azman ê ji bo girtina îfadeyê wî hatiye destgîrkirin, di nezaretxaneyê de xwe bi tîşortê xwe kuştiye.
Cenazeyê Azman ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê. Der barê mirina Azman de dozgeriyê lêpirsîna edlî û Walîtiya Manîsayê jî lêpirsîna îdarî destpêkirin.