Cerdevan Ramazan Babat ji ber destavêtinê hate girtin
Hate ragihandin ku cerdevan Ramazan Babat ji ber ku dest avêtiye zarokekê hatiye girtin. Birayê wî Ahmet Babat jî Fîrdevs Babat qetil kiribû.
Hate ragihandin ku cerdevan Ramazan Babat ji ber ku dest avêtiye zarokekê hatiye girtin. Birayê wî Ahmet Babat jî Fîrdevs Babat qetil kiribû.
Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê piştî ku di 18’ê Tebaxê de cenazeyê Fîrdevs Babat a 17 salî hate dîtin, Ahmet Babat hate girtin û hate îdiakirin ku Babat bi çeka kekê xwe yê cerdevan Ramazan Babat Fîrdevs qetil kiriye.
Her wiha hate diyar kirin ku Ramazan Babat meha Gulanê dest avêtiye zaroka bi navê S.G. ya 16 salî û Hazim Babat û Şeyhmûs Babat xwestiye bûyerê binixumînin.
Piştî ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) bûyer xist rojevê, têkildarî destavêtina li S.G. û hewldana sergirtina bûyerê rewşeke nû qewimî.
Di çarçoveya lêpirsînê de doh Ramazan Babat ê hate diyarkirin dest avêtiye S.G.’yê, birayê Hazim Babat, Şeyhmûs Babat, bavê S.G. , E.G. û dayika wê M.G. hatin destgîrkirin.
Cerdevan Ramazan Babat ji ber sûcê 'destavêtina li zarok' hate girtin û şandin girtîgehê.
Li Qereqeola Jendermeyan a Qilabanê kirariyên Şeyhmûs Babat, E.G. û M.G. didomin. Ji bo wergirtina îfadeyê S.G. destpêkê birin Navenda Şopandina Zarokan a Mêrdînê, dûre jî birin Navenda Lêkolîn û Astengkirinê ya Şirnexê (ŞONIM).