ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Li Girê Şehîd Zemanî yê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, kêliya teqîna bombeya taktîk nukleerê bi kamerayê hate kişandin, ku artêşa Tirk a dagirker li ser çeperên şer bi kar anî.
- Bi biryar, têkoşer bû û ber bi armanca xwe ve meşiya. Vegotina wê gelekî zehmet e. Jiyan bi mîrateya ku li pey xwe hişt, di têkoşîna şoreşgerî de bû xwedî rolekê.
- Gerîla Şîndar niha amadekariya çalakiyên biharê dike. Ne bawerim ku ti hêz karibe wê bisekinîne.
- Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Lokman Ozdemîr got, zarokên gelek ji kesên li pêşiya HDP'ê çalakiyan dikin neçûne çiyê.
- Nobeda Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 532'an de bi jinan dewam dike. Çalakgeran bang li saziyên navneteweyî kirin ku dawî li bêdengiya xwe bînin û xwestin, parêzer karibin Rêberê Gelê Kurd bibînin.