Meclîsa Jinan a KESK'ê piştgirî da çalakiya Malbata Şenyaşar

Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Amed tevlî çalakiya Nobeta Edeletê ya Malbata Şenyaşar bûn û gotin, “Nobeta Edeletê ku dayîka Emîne da destpêkirin ji bo her kesê ku li welat edelet û mafê xwe digerin bû sembol, rênîşander û ronahî ”

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, nobeta xwe ya edaletê dewam dike. Nobeta Edeletê ku 9'ê Adara 2021'ê li ber edliyeya li Rihayê destpê kir, îro di roja xwe ya 534’emîn de ye.

Malbatê, di roja nû ya çalakiya xwe de li pêşiya avahiya edliyeyê dest bi nobetê kir.

Endamên Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Amedê jî tevlî çalakiyê bûn.

Berdevka Demê ya Meclisa Jinê ya KESK'ê ya Amedê Esra Adem Hak nerazîbûn nîşanî zextên hikûmetê kir ku di demên dawî de zêdetir bûne.

NOBETA EDALETÊ YA EMÎNE ŞENYAŞAR JI BO LEGERÎNVANÊN EDELETÊ BÛ SEMBOL

Hak got, “Di encama êrîşên bixwîn de hewl dan pêvajoya darazê bi awayek nehiqûqî bidin meşandin. Lê dayîka Emîne û Malbata Şenyaşar li dijî vê bêhiqûqiyê li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobeta edeletê kirin. Nobeta edeletê ku dayîka Emîne da destpêkirin ji bo her kesê ku li welat edelet û mafê xwe digerin bû sembol, rênîşander û ronahî.”

Hak wiha dewam kir: “Dayîka Emîne, dema edeletê digere rastî bêhiqûqiyê tê. Em li dijî vê bêhiqûqiyê hatin vê derê. Heta ku edelet pêk were, çi ji destê me were em ê bikin.”

‘WE ÇIMA ROJA QETLÎAMÊ QEYD NEKIR’

Emîne Şenyaşar di vê naveberê de nerazîbûn nîşanî polîsên ku dîmen digirtin da û wiha got: “Ji ber çi hûn ne ketin pey qeydên nexweşhaneyê? We çima roja qetlîamê qeyd nekir, hûn her roj tên dîmenên me digrin.”