Girtiya 80 salî Makbûle Ozer sewqî ATK’ê kirin
Girtiya nexweşa giran Makbûle Ozer a 80 salî li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin, sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê hate kirin.
Girtiya nexweşa giran Makbûle Ozer a 80 salî li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin, sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê hate kirin.
Makbûle Ozer ku tevî temena xwe ya mezin û pirsgirêkên giran ên tenduristiyê hêj jî li girtîgehê tê ragirtin, sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê hate kirin.
Makbûle Ozer di 9’ê Gulanê de li navçeya Artêmetan a Wanê bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” hate girtin û 2 sal û mehek cezaya girtîgehê lê hat birîn.
Pirsgirekên tenduristiyê a Ozer her ku çû girantir bûn û nikare li girtîgehê bimîne.
Parêzerên Ozer, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên Ozer serî li dozgeriyê da. Hate hînbûn ku piştî serlêdanê Ozer duh sewqî ATK’ya Stenbolê kirine. Tê payîn ku kirariyên ATK’ê yên Ozer di nava hefteyê de bi dawî bibin.
Di 2’ê Tîrmehê de ji ber pirsgirêkên wê yên tenduristiyê Ozer rakiribûn nexweşxaneyê.