‘Ê arşîva OSYM’ê da îmhakirin Erdogan e’
Hat îdiakirin ku Serokkomarê Tirk Erdogan, ji bo girtina rê li ber rastiyên têkildarê ezmûnên bi guman ên sala 2002-2012’an di bingeha OSYM’ê de hatine kirin, fermana îmhakirina arşîvên OSYM’ê daye.
Hat îdiakirin ku Serokkomarê Tirk Erdogan, ji bo girtina rê li ber rastiyên têkildarê ezmûnên bi guman ên sala 2002-2012’an di bingeha OSYM’ê de hatine kirin, fermana îmhakirina arşîvên OSYM’ê daye.
Li gorî agahiyên burokratekî payebilind ê li Enqereyê erkdar e, dan ANF’ê; di civîneke veşartî ya bi serokatiya Erdogan hatiye kirin de, biryara îmhakirina arşîvên OSYM’ê hatiye dayîn.
Navenda Hilbijartin û Bicihkirinê (OSYM), beriya ku pirsên ezmûna KPSS’ê ya 31’ê Tebaxa 2022’yan hat kirin bên dizîn jî di rojevê de bû. Cara destpêkê derket holê ku pirsên ezmûna KPSS’ê ya sala 2010’an hatine dizîn. Piştre bi zêdebûyîna berteka gel ezmûn hat betalkirin, lê gumanên di derbarê OSYM’ê de neqediyan.
CIVÎNA VEŞARTÎ YA SALA 2017’AN
Li gorî agahiya burokratekî payebilind ê li Enqereyê dixebite dan ANF’ê; Erdogan, di çarçoveya têkoşîna li dijî FETO’yê de, ji derveyê Desteya Venêrînê ya Dewletê, ekîbek a taybet ava kiriye û xwestiye ku hemû ezmûnên di navbera salên 200-2012’an de bên lêkolînakirin.
SERKÊŞÊ EKÎBÊ BÎLGÎN BAŞARAN E
Erdogan, ev kar bi ekîbeke pêre dilsoz re bi dizî kir. Sekreterê Giştî yê Desteya Dadger û Dozgeran ê di tayînkirina dozger û dadgeran de xwedî rolekî girîng bû kir serokê ekîbê. Di civîna ku Erdogan û hemû rayedarên MÎT’ê tê de bûne, destûra ketina nav hemû arşîvan ji bo Başaran hatiye dayîn.
DI OFÎSA ÇALIK DE HEVDÎTİN HATIYE KIRIN
Ev xebata ku di asta hikûmetê de kêm kes pê dizanin, di vexwandina ji bo xwarinê ya ku li ofîsa Mudurê Giştî yê Kovara Turkiye Gunlugu Mûstafa Çalik a li Kolana Enqere/Tûnisê pêk hat de derket holê. Di xwarina ku Çalik li ofîsa xwe da de, Wezîrê Berê yê Perwerdeya Neteweyî Huseyîn Çelîk, Bîlgî Başaran, 4 Waliyên Navendî, rayedarên MÎT û Polîsan û 3 wekîlên AKP'ê amade bûn. Di dema xwarinê de têkoşîna li dijî Fetullahiyan hat nîqaşkirin, pirsa ku pirsên ezmûnê yên di bingeha OSYM'ê de hatin kirin çawa hatine dizîn derket pêş. Dema axaftin li ser xebatên ji aliyê Bîlgîn Başaran ve hatin kirin, koordînasyona bi Erdogan re jî hate vegotin.
TIŞTÊ HERÎ BI XÊR GIRTINA SER VÊ MESELEYÊ YE
Çavkaniya agahî da ANF’ê, behsa gotinên Başaran kir. Li gorî wê, di civînê de biryara avakirina komeke pispor hatiye dayîn. Xebata bi kombînasyonên cuda re hatiye birêvebirin hema bibêje di nava meh- meh û nîvekê de temam bûye. Başaran, daxwaza civînê li Erdogan kir. Heman ekîb beşdarê civînê bû. Başaranê di derheqê xebatê de agahî da, tespîtên xwe wiha xulase kir: “Tişta bi xêr girtina ser meseleyê ye. Nexwe, eger ev mesele bê vekolandin wê ev ê bibe dawiya te.”
VEKOLÎNA LI SER 350 HEVJÎNAN
Başaran der barê kombînasyonên ku çêkirine de agahî dan. Wî diyar kir ku tenê di lêkolîneke kurt de li ser 350 hevjînên xwedî pûanên bilind vekolînek hatiye kirin û hemûyan heman pûan bi dest xistine. Wî got ku zarokên wan kesên ku ji aliyê Koma Fetullah Gulen û AKPê ve li ser asta dewletê hatine wezîfedarkirin in. “Ger em hewl bidin lêkolîn bikin emê nikarin ji navê derkevin. Hemî dane bi rengekî zelal nîşan didin ku pirs berê hatine dizîn û dane derve. Ger ev tişt derkevin holê wê welat tevlîhev bibe.”
FERMANA ÎMHA BIKIN
Piştî ku di civînê bi awayekî aşkere derket holê ku hemû ezmûnên di serdema deshilata AKP’ê de hatine kirin bi guman in, Erdogan fermana îmhakirin arşîvên OSYM’ê da.
Serokê berê yê OSYM'ê Alî Demîr ku 3 sal berê li Dadgeha Cezayê Giran a 21’emîn a Enqereyê ku xebatkarên OSYM'ê lê hatin darizandin weke şahid îfade da, îdia kir ku di derbarê îmhakirina arşîvan a ji beriya ku dema qanûniya wan bi dawî bibe de ji Wekîlê Serdozger Şadan Sakinan talîmata heyeta dadgehê wergirtiye. Demîr, di îfadeya ku di sala 2019’an de li dadgeha eleqedar da, her wiha mikur hat ku di vekolîneke nefermî ya Desteya Çavdêriyê ya Dewletê de hatiye tesbîtkirin ku di gelek ezmûnên ku ji aliyê OSYM’ê ve hatine kirin de pirs hatine dizîn. Demîr diyar kir ku wî bi xwe ev rapor xwendiye, lê bi raya giştî re nehatiye parvekirin.