Rêxistinên Elewiyan serdana HDP’ê kir

Rêxistinên Elewiyan, serdana Navenda Giştî ya HDP’ê kir û hevdîtin bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar re kir.

Hevserokên Konfederasyona Yekîneyên Elewiyên Ewropayê (AABK) Huseyîn Mat-Nevîn Kamîlagaoglû, Serokê Giştî yê Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF) Mûstafa Aslan, Serokê Giştî yê Komeleyên Çandê yên Elewiyan (AKD) Îsmet Kûrt, Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Cûma Erçe, Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADFE) Celal Firat, serdana Navenda Giştî ya HDP’ê kir.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Alîkarên Hevserokên Giştî yên HDP’E Tulay Hatîmogûllari, Tûncer Bakirhan û Hevberdevkê Maseya Elewiyan Nesîmî, rêxistinên elewiyan pêşwazî kirin.

Di hevdîtinê de gotûbêj li ser pirsgirêkên Elewiyan hat kirin û di der barê Kampanyaya Mafê Welatîbûyîna Wekhev ji bo Elewiyan danûstandina fikirî hat kirin û ji her du aliyan ve peyamên piştevaniyê hatin dayîn.