Ozdemîr ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku Tirkiye li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tevnagere û ji ber vê yekê Komîteya parastinê ji Tirkiyeyê xwest.
Ozdemîr anî ziman ku li Tirkiyeyê cezayê muebedê "heta mirinê" dewam dike û wiha axivî: "Wekî ku di biryarên binpêkirinê yên DMME’yê de jî hatiye diyarkirin, di çarçoveya ‘mafê hêviyê de’ piştî wextekê ji bo jinûve darizandinê divê di hiqûqa navxweyî de mekanîzamaya darizandinê bê çêkirin. Pêvajoya înfazeke heta mirinê bi tena serê xwe mayîna di hucreyekê de, têkildarî ‘qedexeya êşkence û muameleya xirab a li dijî mirovahiyê’ ye û lewma pêwîst e ku rejima Înfaza Ceza ya Tirkiyeyê li ser esasên mafan bê guherandin.”
Ozdemîr destnîşan kir ku wan li gor biryarên DMME’yê doza guhertinên binesaziyî kiriye û wiha got: "Biryarên DMME’yê di wesfê tevdîrên takekesî û giştî de ne û binpêkirinên ji ber mewzûatê yan jî pêkanînê dikarin bi darizandina jinûve û bi pêşniyarên çareseriyê yên binesaziyî bên çareserkirin. Em Baroya Amedê, ji bo pêkanîna van biryarên binpêkirinê, em doza guhertina mewzûatê û guhertina pergala qanûnê dikin. Divê di darizandinên kiryarnediyar û windakirina bi darê zorê de, nirxandina di pênaseya sûcê li hemberî mirovahiyê de bê kirin û metirsiya demboriyê ji holê bê rakirin. Gava li ser bê sekinandin ku îxracên bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de di wesfa mirina civakî de ne, nexwe divê biryara Hamît Pîşkîn bê pêkanîn û bê tespîtkirin ku kiryara îxrackirinê ne hiqûqî ye.”
Ozdemîr ragihand ku Komîteya Wezîran li wan vegeriyaye û di bersiva xwe de doza parastinê li Tirkiyeyê kiriye û got: "Têkilarî daxwazên me ji Tirkiyeyê parastin hatiye xwestin. Piştî parastina Tirkiyeyê wê nirxandina yekemîn bê kirin.”
DMME’yê di 18’ê Adara 2014’an de, derbarê serlêdana 2003’yan a parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de biryar dabû û gotibû, cezayê muebedê yê giran ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Li gel vê biryara ku wekî "Ocalan 2" tê binavkirin, Tirkiyeyê gavek jî neavêtibû. Li ser vê yekê, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo Tirkiye qanûnên di çaçroveya "mafê hêviyê" de çêbike derheqê wê de pêvajoyeke venihêrînê dabû destpêkirin. Pêvajo dê di Îlona îsal de bi dawî bibe.
Di serlêdanên baroyê de girtiyên bi navê Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan jî hene ku ji ber cezayê giran ê girtîgehê ji "mafên hêviyê" hatine girtin û DMME’yê ji bo wan binpêkirinên bi heman rengî biryar daye.