Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Wan û Beşîkduzuyê dewam dike

Grevên birçîbûnê yên li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û pêkanînên keyfî yên rêveberiyan, li Girtîgeha Wanê di roja 27’an de û li Girtîgeha Beşîkduzuyê jî di roja 44’emîn de didome.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bidorveger ku ji aliyê girtiyên siyasî ve li girtîgehên Ewlekariya Bilind a Wanê û Beşîkduzuyê hatiye destpêkirin didome. Greva birçîbûnê ya girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê ku ji 1’ê Tebaxê ve li dijî zêdebûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û pêkanînên keyfî yên rêveberiyê dane destpêkirin di roja xwe ya 27’an de berdewam dike.

Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê 44 roj in didome. Mahsun Bilem (45) ku 27 sal in di girtîgehê de ye, di 19'ê Tebaxê de di hevdîtina bi telefonê ya ligel malbata xwe de, diyar kiribû ku çalakiya wan a grevê berdewam dike û got ku heya niha daxwazên wan nehatine cih.

Dayîka Mahsun Bîlem, Hasîbe Bîlem jî têkildarî mijarê agahî da û got, "Kurê min 27 sal in di girtîgehê de ye. Her dem li girtîgehan binpêkirinên maf heye, lê kurê min qet ji me re nedigot bê li girtîgehê çi diqewime. Cara ewil e ji me re got li girtîgehê binpêkirinên mafan ên giran hene. Ne bese ku şert û mercên girtîgehê zirarê dide tenduristiya mirovan, vê carê xwarin bi rêkûpêk nadin girtiyan. Ji ber vê yekê girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kirin."

XELA HEYE!

Hesîbe Bîlem anî ziman ku ji ber hema hema her roj li girtîgehê xwarina kelemê reş tê çêkirin, girtî bi rêveberên girtîgehê re axivîne lê rêveberên girtîgehê gotiğe ‘Xela rabûye ji ber vê yekê her roj ev xwarin tê çêkirin’.

Bîlem xwest daxwazên girtiyan di zûtirîn demê de bên qebûlkirin.