Parêzer Ebrû Tîmtîk li ser gora xwe hat bîranîn

Parêzer Ebrû Tîmtîk a ku di roja 238’emîn a rojiya mirinê de ji bo darizandineke adil jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe hat bîranîn.

Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Şaxa Stenbolê û Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) Parêzer Ebrû Tîmtîk a ku di roja 238’emîn a rojiya mirinê de ji bo darizandineke adil jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe ya li Goristana Gaziyê bi bîr anî. Di bîranînê de pankarta "Ebrû Tîmtîk nemir e" hat hilgirtin.

Di merasîma bîranînê de nameya hempîşeyên wê ku ji Tîmtîk re nivîsandibû hat xwendin.

Hempîşeyên wê piştre li ser gorê strana Grûp Yorûm a bi navê “Ji me re mirin nîne” gotin. Piştre li ser gora wê qurnefîl danîn û dirûşma "Ebrû Tîmtîk namire" berz kirin.