ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û geşedanên têkildarî wan wê bên şopandin.
Cemîl Bayik diyar kir ku dewleta Tirk bi qutkirina têkiliya bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re tecrîd girantir kiriye û got, “Yên ji bo azadî, demokrasî û sosyalîzmê têdikoşin, her roj zêdetir xwedî li Rêber Apo derdkevin.”
- Li Kampa Holê di operasyonê de cihê sûc û tunelên ku ji bo perwerdehiyê, dadgeh, êşkencexane û înfazan ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve dihatin bikaranîn hatin rûxandin. Rêveberiya kampê got: “Rûxandina van cihên ku ji bo fealiyetên çeteyan tên bikaranîn wê kampê ewletir bike.”
- Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn diyar kir ku polîtîkaya dewleta Tirk a li ser Sûriyeyê têk çûye û ji bo veşêre êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.
- Hat îdiakirin ku Serokkomarê Tirk Erdogan, ji bo girtina rê li ber rastiyên têkildarê ezmûnên bi guman ên sala 2002-2012’an di bingeha OSYM’ê de hatine kirin, fermana îmhakirina arşîvên OSYM’ê daye..
- Her du doktorên ku bi salên dirêj ku hem li çiyayên Botanê şer dikin, hem jî ji hevrêyên xwe re bûn derman. Di bin şert û mercên zehmet ên çiya de ji pêkanîna erkên xwe serfiraz û serbilind in û ji bo sererastkirina kêmahiyên heyî jî, di nava hewldanê de ne.
- Ji Meclîsa Jinan a HDP’ê Bedriye Tekgur diyar kir ku di serdema AKP’ê de tundî û zexta li ser jinan zêde bû û got, “Ditirsin, divê bitirsin jî. Wê têkoşîna jinan jiyana wekhev, azad û hevbeş bi xwe re bîne.”