‘Desthilatdariyê texrîbateke mezin çêkir’

Civaknas Mûstafa Altintop diyar kir ku desthilatdariyê 20 salan bi siyaseta xwe ya dijminatiyê, bi krîmînalîzekirin û terorê re pirsgirêkên giran çêkiriye û rê li ber texrîbatên mezin vekiriye.

Civaknas Mûstafa Altintop, têkîldarî bandora zirarên ku desthiladariya AKP’ê bi giştî li ser Tirkiye û bi taybetî jî li Kurdistanê ji ANF’ê re axivî.

Altintop anî ziman ku ji bo ciwanên ku di dawiya salên 90’î û destpêka salên 2000’ê ji dayîk bûnê rastî feraseta yekdesthilatdariyê hatine û da zanîn ku rêveberiya zilamekî tenê bi salan rê li ber veqetînê vedike û destnîşan kir ku bi taybetî 6-7 salên dawî de kesên mûxalîf gelek westiyane û got: “Zirarên ku desthilatdar bi xwe re anîn, hîn zêdetir bûye. Ev yek jî motîvasyona gel a ji bo ketîna desthilatdariyê zêde kir. Li aliyê din ev rewş ji bo kesên ku di aliyê desthilatdariyê cih digrin jî heman rewş e. Ji ber ku ji bo wan hizrek wiha çêbû; ‘Ger ev desthilatdarî jî holê rabe em jî zirarên cidî bibînin. Li pêşberî me mûxalifên tund hene. Divê em vê keştiyê neterikînin’. Lewra ev yek bû sedema pirsgirekên ciddî ên civakî. Di nava civakê de cudahiyên ciddî pêk hatin û bi taybet bandora zirarên desthilatdariyê li Kurdistanê bi rengekî ciddî hat dîtin.”

HER DEM DIJMINATIYA KURDAN HATE KIRIN

Altintop, anî ziman ku ji ber desthilatdariya totolîter a AKP’ê ku xwest demeke dirêj li desthilatdariyê bimîne, her tim têgiha dijminatiyê meşand û wiha dewam kir: “Desthilatdar ji bo ku bikaribe girseya xwe di destê xwe de bigire, pêwîstiya wê ya dijminatiyê hebû. Di vê dijminatiyê de ji bo vê ya herî guncaw Kurd bûn. Her tim dijminatiya Kurdan dikir. Yanî ev pêvajo her tim hebû. Lê piştî ku pêvajoya muzakereyê hat betalkirin, meyla êrîşan zêdetir bûn. Bi taybet piştî şerê bajaran, 15’ê Tîrmehê bi biryara KHK’ê karkerên cemaweriyê ji kar hatin derxistin, sazî hatin girtin, qeyûm hatin peywirdarkirin, destgîrkirinên ku kêfî pêk hatin weke gefeke vekirî hate nîşandan.”

Altintop destnîşan kir ku bi zêdebûna desthilatdariya totalîter êdî mafê azadiya îfadeyan ji destê gel hatiye girtin û wiha dewam kir: “Desthilatdariya 20 salan û totalîterbûna 7 salên dawî bû sedem ku êdî gel danekeve  kolanan. Lewma ev yek bû sedem ku pirsgirekên siyasî di nava gel de derbikevin. Ji xwe di aliyê aborîyê de di rewşeke pir xirap de ne. Bi vê re giredayî jiyana wan a civakî jî bi dawî bû. Ji ber vê hêrseke mezin heye. Ev hêrs wê li ku derê biteqe? Helbet li desthiladariya siyasî nade der. Li malê li hemberî malbatê an jî li kar dide der. Di salên dawî de hed û hesabê kesên ku li welat çûne tuneye. Bi taybet jî kesên ku ji Kurdistanê diçin. Yanî kesên ku firsendê bibînin ji welat diçin. Ev tê wê wateyê ku êdî ji bo kesên ku welat diterikînin, ev der ne cihê jiyanê ye.”

HÊVIYÊN GEL NEMAYE

Altintop diyar kir ku êdî bandora zextên desthilatdariyê zêdetir xwe didin der û got:” Niha qala hilbijartinan tê kirin lê, tu hêviyên gel tuneye ku pirsgirêkên desthilatdariya siyasî bi hilbijartineke bên çareserkirin. Helbet zanyarên siyasî dikarin vê rewşê baştir analîz bikin lê, ez weke civaknasekî ne di vê hêviyê de me ku bi hilbijartinan pirsgirêkên heyî bên çareserkirin.”

Civaknas Altintop da zanîn ku di nava civaka Kurdistanê de yek ji pêvajoyên şikestinê ku di salên dawî de pêk hatin, peywirdarkirina qeyûman bû û wiha bi lêv kir: “Hema bêje li hemû şaredariyên HDP’ê qeyûm hatin peywirdarkirin. Heta li ser qeyûman re jî qeyûm peywirdarkirin. Ev rewş vê tegihiştinê çêdike; tişta ku me dike hemwelatî mafê me yê axaftinê ya li wê erdîngariyê  ye, dema ku ev ji dest bê girtin tu wateya xwe namîne.”

ÊDÎ GEL WELATÊ XWE DITERIKÎNE

Altintop îşaret bi vê yekê kir ku polîtîkayên krîmînalîzekirin û dijminatiyê li Tirkiye û bi taybet li Kurdistanê pirsgirêkên mezin bi xwe re tîne û wiha dibêje: “Yanî di aliyê civakî de pirsgirêkên mezin pêk tê. Ji nifşa ku em îro jê re dibêjîn ‘nifşa Z’ bigire êdî hemû kes dixwaze vê axê biterikîne. Jiyana kesên ku li vê derê jiyan dikin ji aliyê desthilatdariya siyasî vê xirap bûye. Ya xerî xirap jî ev e ku êdî nikarin pirsgirêkên xwe ji cihekî re vebêjin.”