‘Divê girtiyê nexweş Yûlû demildest bê berdan’

Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen,bal kişand li ser rewşa girtiyên nexweş Ebûbekir Yûlû û xwest demildest serbest were berdan.

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 416’emîn de li ber Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê çalaki li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan û mafê tedawiyê nayê astengkirin” hat vekirin. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ebûbekîr Yûlû yê li Girtîgeha Turkogluya Mereşê tê ragirtin.

Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend û bal kişand ser nexweşînên Yûlû û ji ber gelek nexweşîn lê peyda bûne û nayê dermankirin êşê dikişîne. Çevîrmen da zanîn ku li gel sewqa wî ya nexwexaneyê hatiye çêkirin jî lê wî nabin nexweşxaneyê û nayê tedawîkirin û ev dibe xetereya ku felc bibe û asteng bimîne.

Çevîrmen da zanîn ku tevî raporên ku ji Nexweşxaneya Lêkolinê ya Herêmê ya Erziromê û Saziya Tiba Edlî girtiye, Yûlû nivîn xwestine lê nedane û ev tişt gotin: “Ji ber fitiqa navê, divê nivîna Yûlû hişk be. Lê cihê ku niha li ser radize dike ku bikeve. Ji girtîgeha berê ku lê maye jî heman daxwaz kiriye, lê nedane. Dibe ku Yûlû felc bibe.“

Çevirm got ku Yûlû ji ber nexweşiya prostat û kîstên di gurçikên xwe de zehmetiyê dikişîne, divê sewqê nexweşxaneyê bê kirin û li tedawiya wî bê dewamkirin û nivîn ji bo fitikê demildest jê re bê peydekirin.

Çevîrmen xwest astengiyên li pêşya tedawiya Yûlû bên rakirin û demildest bê berdan.