Di rûniştina 544'an a çalakiyê de pankarta “Bila girtiyê nexweş Kemal Gomî serbest bê berdan” hatin vekirin û bi domdarî dirûşmeyên, “Mirov bi mafên xwe mirov e”, “Tecrîd dikuje, hevgirtin dijîne”, “Tedawî maf e. nayê astengkirin” û “Bila Kemal Gomî serbest bê berdan” hatin berzkirin. Tevî xizmên girtiyan, gelek endamên mafên mirovan jî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Ji Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Ferît Barût diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di her warî de nîşaneya krîzeke mezin a mirovahiyê ye. Barût destnîşan kir ku girtiyên nexweş bi êşkence, xwarina nebaş, qedexeyên ragihandin û dîtinê re rû bi rû ne. Barût, anî ziman ku mafê xwe gihandina girtiyên nexweş ji bo derfetên dermankirin û tenduristiyê tên astengkirin û berdana wan tê astengkirin.
NEXWEŞÊ ŞÎZOFRENÊ YE
Barût, anî ziman ku Gomi nexweşê bermayî ya şîzofrenê ye û diyar kir ku ew nikare pêdiviyên xwe yên şexsî pêk bîne. Barut, da zanîn ku ev rewş bi raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) jî tê piştrastkirin û got, “Ji sala 1993’an ve di girtîgehê de ye. Bi hinceta ku cezayê muebbetê yê giran lê hatiye birîn, bi salan di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Gomî ji ber nexweşiya xwe ya li girtîgehê zêde dibe gelek caran sewqî Serwîsa Psîkiyatriyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Kocaeliyê û Nexweşxaneya Nexweşiyên Derûnî û Neurolojîk a Bakirkoyê bû. ATK'ê di sala 2010'an de teşhîsa 'Şîzofreniya Bermayî' da û diyar kir ku ev nexweşî nexweşiyeke mayînde ye û ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dikare ji aliyê serokkomar ve were efûkirin.”
JI DMME’YÊ BIRYARA BINPÊKIRINÊ
Barût, diyar kir ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku mafê tedawiyê yê Gomî hatiye binpêkirin û cezayê tazmînatê da dewletê û got, "Di biryara DMME ya sala 2019'an de; bal hat kişand ku ji bo Kemal Gomî, 'Divê di saziyek taybet de ku dermankirina psîkiyatrîkî ya pêwîst û berdewamkirina dermankirinê di zûtirîn dem de peyda dike, şert û mercên guncav bên peyda kirin'. Tevî biryara DMME'yê, Gomî ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê ya ku lê dihat ragirtin, li şûna ku sewqî saziyeke tenduristiyê ya guncav bê kirin, ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê, sewqî Girtîgeha Girtî ya Tîpa R a Metrîsê kirin û di hucreye yek kesî de tê ragirtin.”
ÊRÎŞÎ WÎ KIRIN Û BIRÎNDAR KIRIN
Barût anî ziman ku piştî birin Girtîgeha Metrîsê girtiyek edlî êrîşî wî kiriye û bi amûrek birînê ew birîndar kiriye û wiha dewam kir: "Birayê Kemal Gomî diyar dike ji ber birayê wî nexweşê şîzofrenê ye, nikare pêdiviyên xwe pêk bîne, carnan îdrak nake ku li girtîgehê ye, kesên dora xwe wek tehlûke li hember xwe dibîne û ji ber vê ne rehete û got ku, dema ku diçin serdana wî, carinan wan wek mêvanên ku çûne mala wî dibîne, carna jî difikire ku sîxûr xwe xistine cihê malbatê û hatine hevdîtinê, ji ber wê êrîşê wan dike. Birayê Gomî got, ‘Ew der ne cihê mayîna Kemal e, em ji ewlehiya birayê xwe ditirsin. Ji ber ‘Dibe ku ew zirarê bide xwe.’Tevî biryara DMME’yê girtina Gomî di girtîgehê de ji bo ewlehiya jiyana wî metirsiyek cidî ye. Em bang li rayedaran dikin ku demildest bi berpirsyarî rabin.”