‘Rêya aştî û edaletê di Roboskiyê re derbas dibe‘
Di meha 128'emîn a Komkujiya Roboskî de Hewldana ji bo Roboskî Edalet daxuyanî da û got: “Rêya aştî û edaletê di Roboskiyê re derbas dibe.“
Di meha 128'emîn a Komkujiya Roboskî de Hewldana ji bo Roboskî Edalet daxuyanî da û got: “Rêya aştî û edaletê di Roboskiyê re derbas dibe.“
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di 28’ê Kanûna sala 2011’an de li gundê Roboskê yê Qileban a Şirnexê şêniyên gund bombebaran kir û di encamê de 19 jê zarok bi giştî 34 sivîl qetil kirin. Ji roja komkujiyê het roja îro têkoşîna edaletê berdewam dike. Hewldana ji bo Roboskî Edalet di meha 128'emîn a Komkujiya Roboskî de li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Bila kujer bên dîtin! Careke din hew!’’ hat vekirin.
Hevserokên Şaxa ÎHD‘a Enqereyê Fatîn Kanat di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku 10 sal, 128 meh, 557 hefte û 3 hezar û 896 roj in ku edalet tê xwestin û wiha got: “Tu aliyekî Komkujiya Roboskiyê ku nehatibe ronîkirin û neyê zanîn nîn e lê ji ber ku pêçiya rêvebirên pergalê tê de ye, birînek e ku li sînorên necezakirinê û lênekolînê yên dewletê dialiqe. Ji roja ku hatine qetilkirin heta bi niha xumamiyek hatiye çêkirin û kujeran xwe di nav wê xumamiyê de veşartiye.“
Kanat, cinayetên kiryar nediyar ên salên 1990’ î bi bîr xistin û got: “Darizandina kujerên Roboskî wê bibe destpêkek e da ku cardin êşên wiha neyên jiyîn û erdnîgarî ne qeder e. Derketina li dijî sînoran û rêya aştiyê jî Edalet ji bo Roboskiyê ye. Komkujiya Roboskiyê, sînorê dewlet, demokrasî û çareseriyê ye.“
Kanat anî ziman ku roja ku pergala rê li ber qetliam û cinayetan vedike biguhere wê pêkanîna edaletê mimkun bibe û wiha dewam kir: “Yên bixwazin bi paşerojê rû bi rû werin û hesab jê bipirsin, ji aliyê dewletê ve tên cezakirin. Heta ku bi paşerojê re rû bi rû nebin, pêşeroj û pergaleke bi edalet ava nabin. Buhurîna qewilê tu qetilamê nîn e.’’
Kanat destnîşan kir ku heta ji Roboskiyê re edalet neyê ji Tirkiyê re edalet nayê û got: “Li ser vê axê rêya aştî û edaletê di Roboskiyê re derbas bibe. Roboskî, şerm, birîn û legerîna edaletê ya vê axê ye.“