Li Deryaya Egeyê 85 koçberên Kurd asê mane
Li Deryaya Egeyê ev 12 saet in keştiyek a ku 82 koçberên Kurd têde ne, asê ma ye.
Li Deryaya Egeyê ev 12 saet in keştiyek a ku 82 koçberên Kurd têde ne, asê ma ye.
Li gorî hatî ragihandin keştiyek a ku 85 koçberên Kurd tê de ne û piranî xelkê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ne, di nava Deryaya Ege’yê de asê mane. Destûr nayê dayîn ku bikevin nava sînorê Yewnanîstanê.
Di dîmenê nava keştiyê hatî kişandin de koçber daxwaza alîkariya lezgîn dikin. Ji ber ku wek ew bi xwe tînin ziman, motora keştiya wan têkçûye û di bin metirsiya noqbûnê de ne.
Her wiha hat diyarkirin ku koçberên di keştiyê de duh bi şev xwestine bi qeçaxî derbasî sînorê Yewnanîstanê bibin.