Wê hatibana berdan lê hatin windakirin!

Dayikên Şemiyê ji bo Kemal Bîrlîk û Zekî Alabalik ên 27 sal berê di roja ku wê bihatibana berdana de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin winda kirin, daxwaza edaletê kirin.

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windahiyan bipirsin û bi daxwaza faîl û berpirsiyarên bûyerên windahiyan bên darizandin, di hefteya 909’emîn de çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê ku Qada Galatasarayê li wan hatiye qedexekirin, vê hefteyê jî bi awayek online çalakiya xwe pêk anîn.

Dayikên Şemiyê vê hefteyê ji bo Abdulbakî Bîrlîk, Zubeyîr Bîrlîk, Kemal Bîrlîk û Zekî Alabalik ku di 29’ê Adara 1995’an de hestiyên wan di bîra avê de li gundê Efarê yê bi ser navçeya Qosera Mêrdînê ve hatin dîtin, edaletê xwestin. Endama Komîsyona Windahiyan a ÎHD’a Stenbolê Zeynep Yildiz daxuyaniya heftê xwend.

Yildiz bi bîr xist ku 210 hefte ye Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê hatiye qedexekirin û got ew ê dest ji cihê xwe Qada Galatasarayê û windahiyên xwe bernedin.

Yildiz dosyeya windahiyan ango darizandina her çar windahiyan parve kir û wiha qala serpêhatiya windahiyan kir: “ Kemal Bîrlîk ê 26 salî û Zekî Alabaik ê 34 salî, li Girtîgeha Qoserê hikumxwarî bûn. Roja 29’ê Adara 1995’an cezayê wan ê 3 sal û 9 mehan temam dibû û dê bihatana berdan. Kemal ji malbata xwe re name şandiye û gotibû ‘bi qelebalixî werin pêşwaziya me’. Bavê wî Abdulbakî Bîrlîk û birayê wî Zubeyîr Bîrlîk roja tehliyeyê çûne girtîgehê. Leşkeran wan hildaye hundirê girtîgehê. Lê belê ne yên ku dê bihatana berdan û ne yên ku çûbûn pêşwaziyê, carek din xeber ji wan nehat girtin. Şahidên bûyerê ji malbatên windahiyan re ragihandine ku wan li wesayîtek leşkerî siwar kirine. Malbata Bîrlîk û Alabalik serî li hemû meqamên ji herêmî bigire heta netewî dan. Lê belê dosyeya lêpirsîna wan heta 2012’an li refikên tozgirtî yên Dozgeriya Qoserê hatin hiştin.”

Yildiz da zanîn ku ÎHD’a Mêrdînê û malbatan di sala 2013’an de serî li dozgeriyê dan û xwestin li bîrek li gundê Efarê xebata kolandinê bê kirin û li ser vê serldanê xebat hat kirin û hestiyên her çar welatparêzan jî di bîrê de hatin dîtin. Yildiz diyar kir ku malbatan û ÎHD’ê derbrê Wekîlê Fermandarê Leşkeriya Qoserê yê wê demê Hasan Atîlla Ûgûr û berpirsiyarên din de gilî kirin.

Yildiz anî ziman ku her çiqas giliyê berpirsiyar hat kirin jî lê di encama polîtîkaya dewletê ya bêcezahiştinê berpirsiyar û kujer bê ceza hatin hiştin û tu encamek ji serlêdan û gilîkirinê derneket. Yildiz got ew ê dest ji aqûbeta windayan û têkoşîna xwe ya edaletê bernedin.