ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Cemîl Bayik anî ziman ku gelê Kurd ji berê xurtir e û got, "Kurd di navenda siyasetê de ne, çarenûsa herî kesî diyar dikin. Eger hevsengî û statuyên nû wê bêne danîn, ev yek bêyî Kurdan nabe. Kî dijminatiyê li Kurdan bike, wê winda bike."
- Hevserokê PYD'ê Salih Muslim got, "Nîqaşên li ser nûkirina Mutabaqata Edeneyê ku bêyî agahiya gel û parlamenta Sûriyeyê bi rengekî veşartî di navbera Muhaberat û MÎT'ê hatin kirin, hewldanek ji bo nixumandina êrîşên li ser herêmê ye. Ne gelê Kurd, ne gelên Sûriyeyê ne jî raya giştî ya navneteweyî vê qebûl dike."
- Jiyan bi rasthatinan dagirtî ye. Rastiyên ku rû dan, ji tesadûfan wêdetir in. Birîndarbûna Azad a li Serêkaniyê û şehadeta xwişka wî Avaşîn li heman bajarî rasthatin nîne.
- Atolyeya hunerê ya li Dêrikê dixwaze lîstikvan, senarîst û derhênerên şareza di bin sîwana TEV-ÇAND'ê de biafirîne.
- Li gorî raporreke fermî ya nû, ji 27'ê Tebaxê roja Înê heta roja Şemiyê li paytexta Lîbya Trablûsê di şer de herî kêm 23 kes mirin, 140 kes jî birîndar bûn.